Her gerîlayek jin hûnermendek e

10:56

Asiye Tekîn-Mekiye Gorenç /JINHA


QENDÎL- Gerîlayên jin li dijî polîtîkayên asîmilasyonê li çiyayên azad xebatên çand û hûnerê pêk tînin. Gerîlayên jin dan zanîn ku têkoşîna li dijî asîmîlasyona çandê li çiya dest pê kir û wiha gotin: “Xebatên ku em li çiyayên azad pêk tînin bi her kesî re  matmayîbûnek çêdike. Weke ku hûner karê bajare tê fikirandin. Lê me bi xebatên xwe ji her kesî re nîşan da ku li çiyayên azad jî hûner pêş dikeve.


Gerîlayên jin li Akademiya Şehîd Sefkan ku di bin baneya TEV-ÇAND’ê de ye li dijî  qirkirina çandê têkoşînê didin meşandin. Gerîlayên jin Rojîn Hêja, Hêzîl Ararat, Kurdê Tavya û Sozdar Sila xebatên xwe yên çandê vegotin. Rojîn Hêja da zanîn ku bi salan e li çiyayên azad xebatên çandê tên meşandin û wiha got: “Piştî ku PKK hat avakirin û heta niha li çiyayên azad xebatên çandê tên meşandin. Xebatên çandê ji bo me geleke girîng e. Dema em li dîroka Kurdistanê dinêrim em dibînin çand bi destê jinan hatiye avakirin. Em jî li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina çandê xebatên xwe didin meşandin. Gelê kur di ferqa hebûn û nasnameya xwe de ye. Gelê kurd dizane ku rastî qirkirina çandê hatine û ev yek heta qirkirina fîzîkî jî pêk hatiye. Ev hişmendî bi têkoşîna azadiyê hat destpêkirin. Bi xebatên çand û hunerê şoreş pêk tê. Ji bo ku şoreş berdewam bike xebatên çandê girîng in. Em jin jî di van xebatan de cihê xwe digirin.”


‘Em dixwazin li dijî qirkirina çandê vînekê biafirînin’


Rojîn anî ziman ku di bin baneya TEV-ÇAND’ê de Akedemiya Şehîd Sefkan heye û axaftina xwe wiha dom kir: “Di akademiyê de beş hene û di akademiyê de hişmendiyek hat avakirin. Li ser gelê kurd qirkirina çandê pêk hat. Ev qirkirin li ser jinan jî pêk hat. Qirkirina çandê bi destê dewleta-netew û modernîteya kapîtalîst pêk tê. Em li dijî van polîtîkayên ku tên meşandin bi xebatên xwe yên akademiyê seknek nîşan didin. Em dixwazin li dijî qirkirina çandê vînek biafirînin. Di vê çarçoveyê de em xebatên çandê didin meşandin.”


‘Em bi Kovara Mîzgîn jî xebatên xwe yên çandê pêşkêş dikin’


Rojîn xebatên ku di bin akedemiyê de pêk tên ragihand û van tiştan got: “Koma Awazên Çiya û Koma Amara ku ew jî tê de tenê jin cih digirin heye. Her wiha em bi derxistina Kovara Mîzgîn jî xebatên xwe yên çandê ji gelê kurd re didin nasîn.”


‘Jin şoreşa çandê pêş xistine’


Rojîn da zanîn ku jin hem bi awayekî nîtel û hem jî bi nîcel di nava xebatên çandê de cihê xwe digirin û van tiştan anî ser ziman: “Jinên ku pêşengiya şoreşa çandê kirin, pêşengiya civakê jî kirin û çandê heta roja me ya îro anîn. Em di nava tevgera azadiyê de girîngiyek mezin didin xebatên çandê. Şehîd Mîzgîn û Şehîd Sefkan ji bo çandê bidin nasîn rola xwe ya propagandaya çandê û hîşyarkirinê baş lîstin û di destpêka têkoşînê heta dawiyê di nava xebatên çandê de cihê xwe girtin. Bi salan ziman, nasname û çanda gelê kurd hat qetexekirin û ev yek hêjî berdewam dike.


Bi vê têkoşînê re hin nirx hatin avakirin. Me jî di çarçoveya van nirxan de xebatên xwe yên çand û hûnerê da meşandin. Armanca me ya ku em neteweya demokratîk ava bikin. Bêguman pêşengên vê yekê jî jin in. Jin hem xebatên taybet û hem jî yên giştî didin meşandin.”


 ‘Ez qed nedifikirîm ku li çiyayên azad xebatên çandê bidim meşandin’


Hêzîl Ararat ku di nava xebatên çandê de cihê xwe digire bi lêv kir ku ew pênc salan li Rojava di nava Koma Botan de xebatên xwe yên çandê daye meşandin û wiha got: “Piştî wê jî ez tevli nava refên gerîla bû. Dema ez hatim çiyayên azad ez nedifikirîm ku ez ê di nava xebatên çandê de cihê xwe bigirim. Gerîla bi xwe hûnermend e. Hem di aliyê jiyanê de hem jî watedayinê de. Gerîla li çiyayên azad hûnerê diafirînin. Piştî ku 17 salên ku ez tevli gerîla bûm min di xebatên çand û hûnerê de cihê xwe girt. Carna derdikevin turneyan. Gel eleqederbûnek mezin ji bo me nîşan dide. Xebatên çandê hesasin. Ez di Koma Awazên Çiya û Koma Amara de cih digirim. Em xebatên xwe di qada bîrdozî de didin meşandin. Em li ser çandê lêkolînan dikin. Der barê hûnermendên jin de lêkolînan dikin. Em weke jin û weke gerîla xebatên xwe bi vî rengî didin meşandin.”


‘Çiya mirovan dikişîne nava hûnerê’


Turdê Tavya jî ku di nava xebatên çand û hûnerê de cihê xwe digire da zanîn ku li van çiyayan jiyan û têkoşînê dayîn mirovan di gelek aliyan de pêş dixe û wiha got: “Gelek hevalên ku gerîlana di qada çandê de cih nagirin, lê helbestan dinivisînin, rojnivîsk digirin. Jiyana çiyê mirvan dişîne nava hûnerê. Mekanên ku em tê de ne, ji aliyekî ve cihê şer e û ji aliyekî ve jî jiyan e... Ev yek jî bi hemû mirovan re hêstên hevpar ava dike. Felsefeya ku em dijîn me dixe nava hûnerê. Ev yek bi mirovan re ruhê hûnerê ava dike. Li çiyayên azad xebatên çand û hûnerê ku tê meşandin bala min kişand. Mi bi daxwaza xwe di nava vê xebatê de cih girt. Ez ê weke şoreşgerek ji bo ku vê xebatê pêş bixim çi ji destê min bê ez ê bikim. Li hemberî xebatên çandê bi awayekî xwezayî bi min re berpirsiyariyek ava bû.”


Jinan navê kovara ku derdixin kirin Mîzgîn


Sozdar Sila jî diyar kir ku li Akademiya Şehîd Sefkan xebatên çapemeniyê û arşîva şano, muzîk û sînema jî tê meşandin û wiha got: “Em Kovara Mîzgîn derdixin. Nîqaşên ku di nava vê xebatê de tên kirin û lêkolîn naveroka kovarê diyar dike. Heval mîzgîn bi deng, reng û hûnera xwe tê nasîn. Heval Mîzgîn bi salan xebatên şanoyê da meşandin û di şert û mercên zehmet de xebatên muzîkê kir. Tenê bi hûnerê re elexeder nebû. Her wiha di şer de jî fermandarek bi hêz bû. Berpirsiyariyek eyaletê dabû ser milên xwe û di hûnerê de jî gelek bi hêz bû. Bi hûnera xwe rastiya gelê kurd û êşên wan dianî ser ziman. Hêstên gelê kurd bi şano û muzîkê dianî ser ziman. Ji bo hevala Mîzgîn xebatên çandê û hûnerê zîndîhîştin seknek bû. Ji ber wê jî navê Kovarê Mîzgîn e. Di Kovara Mîzgîn de lêkolînên ku di akademiyê de tên kirin tên weşandin. Bi 6-7 kesan ev xebat tên meşandin. Kovar li çiyayên azad dertê û li hevalan tê belavkirin.”


(aw)