‘Werin em bi hev re ji bo zarokên xwe bimeşin ber derê Meclisê’
12:00
JINHA
ŞIRNEX – Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Silopiya bi daxuyaniyek ya çapemeniyê bang li dayîkên ku bi hinceheta zarokên wan hatîn revandin li ber derê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê runiştine kirin û gotin: “Werin em bi hev re ji bo rawestandina xwîna tê rijandin û êdî zarokên me neyên kuştin biçin ber derê meclisê.”
Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Silopiya bi daxuyaniyek ya çapemeniyê bang li dayîkên ku bi hinceheta zarokên wan hatîn revandin li ber derê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê runiştine kirin. Dayîkan li ber Ediliyeya Silopiyayê daxuyanî dan. Gelek dayîk beşdarî daxuyaniyêbûn û ser navê dayîkan Şemsî Kara daxuyanî da. Şemsî diyar kir ku ev salek zêdetir pêvajoya çarseriyê hatiye despêkirin, lê ji aliyê hikumatê ve tu gav nahatiye avêtin. Şemsî da zanîn ku ji bo berdewamkirina deshilatiya xwe ser ciwanên kurdan polîtîkaya xwe birêvedibe.
‘Herî zêde zarokên kurdan dibin mexdurê polîtîkaya dewletê’
Şemsî anî ziman ku malbatên bi hinceta zarokên wan hatine revandin dest bi çalakiya tuniştinê kirine AKP polîtîkaya xwe ser wan dide meşandin û got: “Di şerê 30 salan de herîzêde zarokên kurdan bûn mexdurê şidet, tundî, tacîz û zilma dewletê. Ji bo aştiyek mayînde, zarokên me bi tendurist bijîn divê di zagonan de guherîn bên kirin.”
Daxuyanî biç epik û lîlandinan bidawîbû.
(zt)

