Besê Hozat: Divê berxwedana gel a bêhempa li her derî belav bibe
12:28
Mekiye GÖRENÇ-Asiye TEKİN/JINHA
QENDÎL- Hevserokatiya Konseya Rêvebera KCK’ê Besê Hozat der barê pergala hevserokatiyê, geşedanên siyasî yên ku demên dawî de pêk tên û di van demên dawî de ciwanên ku tevli nav refên PKK’ê dibin nirxan. Besê got: “Divê hesabê vê yekê jî ji AKP’ê bê pirsîn. Ev 12 sal in AKP zilmek mezin li ser gelê kurd dide meşandin. AKP bi hezaran zarokên kurd kir girtîgehan, zarok rastî tacû û tecawizê hatin. Li ser ciwanan pergala fuhuşê tê meşandin. Hemû polîtîkayên qirêj li herêma Kurdistanê bi destê cemaet û AKP’ê hat meşandin. Ji ber wê jî ciwan li hemberî wan bi bertekin”
Pergala hevserokatiyê modelek çawaye û bandora xwe çawa li ser erdnîgariya Kurdistanê dike?
Modela pergala hevserokatiyê projeyek girîn g. Bi salan e li Kurdistanê jin rastî çewisandinên mezin tê û tên mêtîngerkirin. Koletiyek jinan a kur tê meşandin. Di serî de di qada siyasetê û li gelek qadan jin rastî tecrîtê tên. Lê li Kurdistanê piştî têkoşîna PKK’ê ya 35 salan ku jin jî di navê de ji bo azadiya xwe û gelê kurd têkoşînê dan, têkoşîna 40 salan ji bo jinan hat astek gelek girîng. Xeleko koletiyê ya li dora jinan vê têkoşînê şikand. Bi jinên kurd hişmendiyek mezin, ronahîbûn û rêxistinbûnek mezin derket holê û hat astek mezin. Di vê çarçoveyê de bi jinan re hîşyarbûnek, vîna têkoşînê hêzek mezin bi jinan re derket holê. Pergala hevserokatiyê jî di vê astê de derket holê û ev yek pêngavek mezin e. Em pergala hevserokatiyê di têkoşîna azadiya jinan û di têkoşîna azadiya civakê de weke şoreşek digirin dest. Di siyasetê de bi awayekî azad û wekhev tevlibûna jinan, di jiyana aborî û hemû qadên jiyanê de cih girtina jinan cewheriya pergalê derdixe holê.
Ev pergal niha li gelek qadî pêk tê. Di vê mijarê de jin zehmetiyên çawa dijîn û ev yek bandorê çawa li ser wan dike?
Ev pergal di çar parçeyên Kurdistanê de di têkoşîna ku tê meşandin de pêk tê. Ev pergal çiqas diçe berfirehtir dibe û cihê xwe digire. Ji bo jinan jî û di gelenperiyê de jî hin pirsgirêk dijîn. Ji ber hişmendiya zilam a serdest pirsgirêk tên jiyandin. Zilam bi awayekî hêstan vê pergalê qebûl nakin. 5 hezar sal in pergalek serdest a zilam heye. Ji ber wê jî bi salan e zilam vê civakê, jinan, cîhanê û xwezayê bi rêve dibe. Ji ber wê jî ev pergal pergala zilam a serdest ji hev parçe dike. Îktidarê tune dike. Jin vê hêzê ji destê zilam digire û li civakê belav dike. Ji ber vê jî zilam vê yekê qebûl nake û ev yek jî pêre nerehetiyek mezin çêdike. Li hemû qadên ku em pergala hevserokatiyê pêk tînin acizî bêguman dertên holê. Ji ber wê jî divê jin tu car ji têkoşînê dûr nekevin û xwe bi hêz bikin. Beriya her tiştî divê jin di nava xwe de yekitiya xwe bi hêzek mezin ava bike û xwe bi rêxistin bike. Divê jin bi vîna xwe ya rêxistinî li dijî vê hişmenidyê û ferasetê têkoşînê bide. Ger têkoşînê nede dê zehmetiyan jiyan bike.
Di Rojhilata Navîn de şerek mezin tê jiyîn, li cihê ku yek lê şer tê jiyîn jî Rojava ye. Hûn der barê şerê ku tê meşandin de çi difikirin?
Di Rojhilata Navîn de şerê sêyemîn pêk tê û ev şer li hemû cîhanê belav dibe. Hêzên şerxwaz li ser herêmê şerek mezin didin meşandin. Li Sûryeyê jî ev şer bi awayekî dijwar tê jiyîn. Parçeyek vê yekê jî Rojava ye. Nêzî sê sal in li Sûriyeyê şerek navxweyî tê meşandin û ev şer çiqas diçe kûrtir dibe. Lê ev pêla şer li Rojhilata Navîn belav bûye. Her roj bi hezaran mirov di nava şeran de jiyana xwe ji dest didin. Li aliyek din jî li herêmê bi gel re bertekdayinek mezin heye serhildanek mezin pêk tê. Herî zêde jî jin û ciwan bertek nîşan didin. Ereb, ermenî, suryanî, tirkmen kurd û jinên kurd li Rojava têkoşînek mezin didin. Li Sûriyeyê têkoşîna 40 salan û ked û nirxên ku Rêber Apo daye avakirin hene. Li ser van nirxan gelê kurd pergala xwe dan avakirin. Kurt Rojava kirin bin parastinê û hemû gelên ku li wê derê dijîn kir bin parastinê. Lê mixabin li gelenperiya Sûriyeyê ev yek ne wisaye. Gel si res piyan e, lê mixabin rêxestinek ku vî gelê biparêze tuneye. Pêşengê yê tuneye. Rejîm zilmê dike, qetlîaman dike, emperyalîst jî mudaxaleyan dikin û qetlîaman pêk tînin. Hemû hêzên hegemonîk hesabên xwe li ser Sûriyeyê dikin. Mudaxeleya DYA’ê yê neserkeftî bû.
‘Çareserî xweseriya demokratîk e’
Tenê alternatîfek dertê holê. Rojava pergala xweseriya demokratîk derxisit holê. Ev pergala gele. Hemû gel tê de cih digirin. Bi vîna xwe tê de cih digirin. Xwe bi xwe bi rêve dibin. Ger ev pergal li hemû Sûriyeyê belav bibe û hemû kes pêk bîne dê li Sûriyeyê demokrasî pêk bê. Ji bo herêmê jî pergalek alternatîf dertê holê.
Li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê tê meşandin. Bi we ev pêvajo pêş dikeve? Hûn di vê mijarê de çi difikirin?
Li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê tuneye, pêvajoya şer heye. Pêvajo her tim yek alî hat meşandin. Ev pêvajoyek diyalogê bû pêvajoyek çareseriyê tuneye. Ev pêvajoya diyalogê jî yek alî meşiyan. Tevger û Rêber Apo bi awayekî fedekarî vê pêvajoyê dan meşandin. Pêvajoya ku yek alî hat meşandin hat astek. AKP bi tu awayî dest ji polîtîkayên xwe yên tasfiyekar bernade. Konsepta şer ket dewrê kalekol hatin çêkirin, cerdevanên kadro zêde bûn, qada siyasî hat girtin û bi hezaran siyasetmedar hatin girtin.
Divê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin êdî bi awayekû muzakere berdewam bike û şert û mercên ku tendûristî, ewlehî, azadî bên avakirin. Ev şerê herî mezin e. Hêjî Rêberê me di şert û mercên tecrîtê de di Îmraliyê de ye. Ji bo van tiştên ku me vegot tu qanûn nehatine kirin. Gel li hemberî kalekolan li Lice, Mesken, Çewlik û Dêrsimê di serhildanê de ne. Berxwedana gel li hemû qadan belav bûye û ev berxewdan jî berxwedanek mînak e. Divê tenê li herêmê nemîne her wiha li her derê piştgirî bê dayîn.
Di van demên dawî de ciwanên ku tevli nava refên PKK’ê bûne, bi îdiayên ku hatine ‘revandin’ di rojevê de cihê xwe zêde digire. Hûn der barê vê mijarê de çi difikirin?
Ciwanên ku bi vîn û daxwaza xwe tevli bûne zarok nîn in. Ev sapmaye. Dibe ku hin ji wan temenê wan biçûk bin. Bi daxwaz û vîna xw tevli bûne. Berê jî di temenê zarokatiyê de tevlibûn çêdibûn. Ên ku temenê biçûk de tevli bibin em wan nakin nava şer. Ev yek di hiqûqa me de tuneye. Ev konseptek dewletê ye dewlet vê yekê kir dewrê. Li her derê bi awayekî cîdî tevlibûnek heye. Ji ber ku niyeta AKP’ê ya çareseriyê tuneye ciwan tevli nava refên PKK’ê dibin. Ev yek jî dewletê çavtirsî kir, ji ber wê jî dewlet dixwaze pêşiya vê yekê bigire. Divê hesabê vê yekê jî ji AKP’ê bê pirsîn. Ev 12 sal in AKP zilmek mezin li ser gelê kurd dide meşandin. AKP bi hezaran zarokên kurd kir girtîgehan, zarok rastî tacû û tecawizê hatin. Li ser ciwanan pergala fuhuşê tê meşandin. Hemû polîtîkayên qirêj li herêma Kurdistanê bi destê cemaet û AKP’ê hat meşandin. Ji ber wê jî ciwan li hemberî wan bi bertekin.
(aw)

