Fatma Arşîmet: Huner dema bi destê jinan tê nexişandin bedew dibe

14:40

JINHA


AMDE – Li  Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn pêşangeha jinan ya hunerê dest hat nîşandan. Di merasîma vekirina pêşangehê de Hevşaredara Peyasê Fatma Arşîmet axivî û got: “Em sipasiya hemû kesên ku keda wan tevlî vê pêşangehê bûyîn dikin. Huner dema bi destê jinan tê nexişandin bedew dibe.”


Ji aliyê Mala Piştevaniya Perwerdê ya girêdayî Şaredariya Peyasê xebatên xwe birêve dibin ve pêşangehek ya hunerên dest yê jinan hat nîşandan. Di pêşangehê de hunerên weke tekstîl û gelek hunerê dest yê bi awayên cuda hatîn nexişandin hatin nîşandan.  Pêşangih li Salona Pêşangihan ya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn hat li darxistin. Di pêşangihê de Meclisa Dayîkên Aştiyê, Meclisa Berastengan ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê xebatên xwe birêve dinbin, Beşa Jinan ya Şaredariya Peyasê jî di nav de gelek welatî beşdarî merasîma vekirina pêşangehê bûn. Di merasîma vekirina pêşangehê de Hevşaredara Peyasê Fatma Arşîmet axaftinek kin kir.


 ‘Her tuştên bi dest jinan tê çêkirin bedew dibin’


Fatma diyar kir ku jin hunerê xweş di afirîne û got: “Em sipasiya hemû kesên ku keda wan tevlî vê pêşangehê bûyîn dikin. Hemû hunerê li vêderê hatî nîşandan keda destê jinane. Ji xwe tuştên bi destê jinan tê çêkirin bedew dibin. Huner dema bi destê jinan tê nexişandin bedew dibe.”


Fatma anî ziman ku ji bo jin hîn zêdetir hunerê xwe derxe holê wan pêdivî bi pêşandana hunerê ditiye û wiha got: “Em hêvîdarin hemu jin bên li pêşangehê binêrin û di dema pêş de berhemên xwe tevlî pêşangehan bikin.”


Pêşangeh heta 6’ê hezîranê dê ji bo dîdaran vekirîbe.


(dc-zt)