Nûnera edaletê Dayika Berfo jiyana xwe ji dest da

10:19

JINHA


STENBOL - Dayika Cemîl Kirbayir ê ku di 12'ê Îlonê de hate binçavkirin û pişt re tu agahî jê nehatin girtin, bi îşkenceyê hatî qetilkirin Berfo Kirbayir 105 salî jiyana xwe ji dest da.


Berfo Kirbayir a 105 salî ji bo hestiyên kurê xwe Cemîl Kirbayir peyda bike 33 salan têkoşîn da, îro saet di 05.00'an de jiyana xwe ji dest da. Dayika Berfo herî dawî ji ber nexweşiya pençeşêra meda hatibû emaliyetakirin û lê rewşa wê ya tenduristî di demên dawî de ber bi nebaşbûnê ve çû. Dayika Berfo 33 salên xwe yên dawî ji bo kestiyên kurê xwe peyda bike têkoşîn da. Heta dawiyê disa navê kurê wê li ser zimanê wê bû. Ligel 105 salî bû tevlî rûniştina qatilê kurê xwe Kenan Evren bû. Bû nûnera edaletê bû Dayika Berfo. Bi jiyana xwe bû nûnera berxwedanê.


(la)