Li Gundikê Melê jin ji bo azadiya aboriya xwe di firinê de dixebitin
08:29
Mizgin TABU / JINHA
ŞIRNEX – Hatîce Înan ya ku li Gundikê Melê di firinê de dixebite, li aliyekê di firinê de dixebite li aliyekê jî li zarokên xwe dinêre. Hatîce bang li jinan kir û got: “Tenê demê xwe bi karê malê ve derbas nekin. Ji bo azadiya aboriya xwe di cihên kar de bixebitin û cihên nû vekin.”
Li herêmê derfetê karkirinê gelek kêmin. Di aliyê beşderbûna jinan ya jiyana aboriyê de bi qasî tunebin kême. Yek ji cihên ku ji derveyî karê nava malê tu derfetê karkirina jinan nîne jî Şirnexe. Li bajaroka Gundikê Melê ya girêdayî Şirnexê Hatîce Înan di firinê de dixebite. Hatîce da zanîn ku hem ji bo abriya xwe û hem jî ji bo jin ji derve bixebitin dest bi karek wiha kirine. Hatîce dayîka 6 zarokane û dahata ku ji firinê digire li zarokên xwe xerc dike.
‘Ez ji bo zarokên xwe dixebitim’
Hatîce detnîşan kir k udi roja îro de her ku diçe aloziyên aborî zêde dibin û mirov nikare debara jiyan xwe bike. Hatîce derbirî ku ji ber wekedinê ji tu aliyan ve çavkaniyên debara jiyana wan nîne, berî niha 3 mehan wan dest bi avakirina firinekê kiriye û bi wê dahatê li zarokên xwe dinêre. Hatîce anî ziman ku wê bi daxwaza xwe dest bi karê firinê kiriye û wiha got: “Ez dibin tundiya kesê de naxebitim. Ez bi daxwaza xwe dixebitim. Li Gundikê Melê gelek jin dixebitin. Piranî bi karê bîstan, rez û xwedîkirina ajalan debara xwe dikin. Li vêderê jin ji bo dahata jiyana xwe ya aborî dixebitin. Ez jî ji bo debara mala xwe û dahata zarokên xwe di afirinê de dixebitim.”
‘Jinên Şirnexê ji jiyana kar durin’
Hatîce bilêv kir ku tenê ew du jin di firinê de dixebitin û wiha domand: “Dema ku gundî diçin seyîranê tên ji gel me bi komî nan digirin. Nanê firina me pir baş dibînin. Li Şirnexê tenê em 2 jinin di firinan de kar dikin. Jinên li vêderê karê weke karê me nakin.” Hatîce diyar kir ku ji ber nebûna cihên kar li Şirnexê dibe sedem ku aboriya wê jî di rêjeyek kêmdebe.
‘Zor jî ber ezê xebata xwe berdewam bikim’
Hatîce da zanîn ku weke her karê we dikin karê firinê jî zore. Hatîce anî ziman ku her çendî karê wan zor be jî dê karê xwe berdewam bike û wiha berdewam kir: “Em serê sivbê di saet 03.00’an de tên firinê. Em di mekîneya hevîr de hevîrê xwe distirin. Paşê jî em girikên xwe çêdikin û dest bi pehtina nanê xwe dikin. Gundî serê sibê tên ji bo taştê nanê germ digirin û dibin.”
‘Ez naxwazim çavên zarokên min li ber destê kesê be’
Hatîce destnîşan kir ku piştî karê wê li firinê diqede ew diçe malê bi zarokên xwe re mijul dibe. Hatîce anî ziman ku her roj ew haman karî dike û wiha got: “Ez naxwazim çavê zarokên min li ber destê kesê be. Pêşniyara min ji bo hemû jinan bila tenê demê xwe bi karên nava malê ve derbas nekin. Bila ji derve bixebitin û bi xwe aboriya xwe bi destê xwe ve bîne. Ez jî bi qasî ku ji destê min tê hewil didim xwe li ser lingê xwe bigirim. Ji bo zarokên min mehtacî kesê nebin dixebitim.”
(zt)

