Esma Ocak bi pênûsa xwe li hemberî kevneşopiyan berxwedan kiriye

08:57

JINHA


AMED – Esma mijara piraniya berhemên xwe kiriye kevneşopiyên kurdan û jiyana jinan, hişmendiya deshilatiya mêran rexne dike û tayîbetî jî weke cîh herêm hilbijartiye. Esma Ocak ser hemcinsên xwe berhem berhev kiriye û nêzî 10 romanên di şêweyê biyografî  de li peyî xwe hêlaye. Esma 3 sal  berê Esma ji nava me barkir. Niha li cihên dîrokî û di pirtûkên wêjeyê de tê bîranîn…


Esma Ocak di berhemên xwe de weke dengbêjiyê kevneşopiyên kurdî, efsaneyên heyî jiyana jinên li gund jiyan dikin û bandorên ku pergala deshilatiya mêr ser jinan hêlayî kiriye mijar. Cîh herêm ango Mezopotamya hilbijartiye. Şêweyê nivîsînên wê jî çîrok, roman û biyografîne. Ji bo dîtina kevneşopî û efsaneyan li ser pişta hespê gund bi gund geriyaye. Li hinek gundan jî pirsgirêkên jinan nivisiye, ew berhemên wê bûne mijara sînema û şanoyan. Ji ber wan berhemên xwe yên hêja gelek caran şanazî xelatan hatine dîtin.


Di 15 saliya xwe de li gora kevneşopiyên civakî hatiye zewicandin   


Esma di 5’ê hezîrana sala 1928’an de li Amedê di nava malbatek heyî de hatiye dinê. Di 5 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandinê bûye. Dibistana seretayî bi serkeftî qedandan. Hîna di dibistana navîn de weke deneme dest bi yekem nivîsîna romanekê kir. Di 15 saliya xwe de hîna di pola 2’emîn ya dibistana amadeyî de rastî bûyera di temenê biçuk de zewicandinê hat. Balkêşe ku wê demê mijara dit emenê biçuk de zewicandin derketiye pêşiya wê û di roja me de jî weke yek ji pirsgirêkên mezin tê dîtin. Çiqasî mijarekî şaşwaziyêye ku wê demê ji ber zoriyên malbatê xwendina Esma di nîvî de ma lê heman malbatê ji bo perwerdeya tayîbet ya xwendina hiquqê jî birayê wê şandin Fransayê.


‘Çîrokên jinan nivîsî’


Dema ku hat zewicandin ew birin gundê Kazanci yê girêdayî Bismîlê. Piştî 15 saliya xwe li Bismîlê hînî kurdî bû. Di 33 saliya xwe de hevserê xwe wendakir. Esma dest bi karê çandiniyê kir. Ew bi roj di zeviyan de dixebitî, bi şev jî li çîrokên jinên derdora xwe guhdarî dikir. Esma ji çîrokên jinên derdora xwe kete rê û dest bi nivîsîna çîrokan kir. Bi alîkariya hevalê xwe yê nêz Helbestvan Ehmed Arif pirtûka xwe ya çîrokan ya yekem bi navê Berdel di sala 1981’an de weşand. Ehmed Arif di pêşgotina pirtûka Berdelî de cîh daye van gotinan:


“Berdêlî rastiyek ya beşek ji gelê me û tayîbetî jî dayîk û keçên me di deruniya xwe de jiyan kirine û weke mijarek ya mirov jê şerm bike bi ruyê me dikeve. Ji ber wê jî nivîskar ne hêsan ya herî zor hilbijartiye. Li gelê xwe xwedî derketin di demên ken û girî de bi hev re bûn û di yek biryarêdebûn. Bi dilek feqîr û bi namus wekedinê tu gunehê wan neyî xwişkên me yên ku êşek mezin jiyan kirî nivîskarek vê nêzîkatiyê bike û cih bide mijarên wiha giran bêgoman hêjaye ku mirov bi rêzdarî nêzbibe.”


‘Li Berîlînê di festîfala filîman de xelata tayîbet girt’


Pirtûka Berdel de sala 1990’an de ji alyê Atif Yilmaz ve bi awayê bibe mijara sînemayê hat şêwekirin. Di 41’emîn Festîfala Filîman ya Berlînê de Xelata Tayîbet ya Festîfalê girt û weke wê di gelek festîfalên dinê de xelat girt. Li Elmanyayê jî pikrtûk hat weşandin. Her wiha pirtûkên wê Berdel û çîrokên wê yên weke Yenî Çardak bûn mijara şanoyan û di dikên şanoyan de hatin lîstin.


Nivîsên wê yên bi awayê çîrok, roman û biyografî wihane


Hinek berhemên Esma  Berdel (1981), Kirklar Daginin Duzu (1982), Kervan Servan (1983), Sara sara (1987), Kuydaki Ses (1990), Mûş Gurcusu Destani (1998), Munire (2005), Bir Filozofun Ozel Yaşami Ziya Goalp (2006), Îçerdeki Avci (2008) hatine weşandin.


‘Ew parêzvanek ji dil ya mafê mirovanbû’


Parêzvanek ji dil ya parastina mafê jinan Esma di 25’ê Gulana sala 2011’an de jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Esma li Amedê malek kevnare ya ermeniyan bi boneya bîranîna Esma bi navê “Muzeya Esma Ocak” hat vekirin û ji bo dîdaran vekiriye.


Esma Ocak bi tekoşîna xwe ya parêzvaniya nasnameya jinan piştî mirina wê navê wê lig elek cihan hat kirin, di gelek pirtûkên wêjeyî de cîh girtiye û tê jiyan kirin.


 (zt)