‘Berxwedanê bandora xwe li hemû Kurdistanê kir’
14:04
JINHA
AMED – Gurêdayî berxwedana gel ya 12 rojin li Lîcê berdewam dike li ber avahiya BDP’ê ya Amedê daxuyaniyek hat dayîn. Cîgirê Hevserokê BDP’ê yê Amedê Eşref Mamedoglu daxuyanî da û got: “Divê hemû rayagiştî bizanin ku ji aliyê AKP’ê ve gavê pêwîst neyên avêtin dê ev berxwedan li tevahiya Kurdistanê belav bibe.”
Gurêdayî berxwedana gel ya 12 rojin li hemberî çêkirina qaleqol û kalekolan li Lîcê berdewam dike li ber avahiya BDP’ê ya Amedê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de rêveberên Navenda BDP’ê ya Amedê, Meclisa Dayîkên Aştiyê, TUHAD-DER û gelek welatî amadebûn. Cîgirê Hevserokê BDP a Amedê Eşref Mamedoglu daxuyani da. Eşref diyar kir ku ev 12 rojin li Lîcê gel li ber xwe didin, li wê gel rastî mûdaxeleyên leşker û polîsan tên, di dema mudaxeleyan de heta niha 8 welatî birîndar bûne.
‘Di 30 salên şer de hemû gelan zarar dîtin’
Eşref balkişand ser pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin û wiha got: “Di şerê 30 salan de hemû aliyan jî zarar dîtin. Ev saleke pêvajoya çareseriyê berdewam dike. Hikumeta AKP’ê gavên pêwîst ne avêt. Bi tevayî lig ora berjewendiyên xwe tevdiger. Bendavan, qereqol û kalekolan çêdike bi tevayî amadekariyên şer dike.”
(zt)

