Xwediyê zanîna rastiyê jin in

16:30

Mekiye GORENÇ- Asiye TEKÎN / JINHA


QENDÎL - Li Akademiya Zeynep Kinaci ya Avakirina Neteweya Demokratî û Rêxistinbûyînê ku ji aliyê PAJK’ê tê bi rêve birin, jin bi awayek herî kûr xwe perwerde dikin. Jinên ku beşdarî vê perwerdê dibin, diyar kirin ku xwediyê zanîna herî rast jine û ya ku jiyan, kesayetî û civaka azad tercih kir jî xeta Zîlane.


Endamên Jinên gerîla yên  Dewreya Akademiya Zeynep Kinaci ya Avakirina Neteweya Demokratî û Rêxistinbûyînê ku ji aliyê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) hat destpêkirin, der barê girîngî û wateya dewrê de axivîn.  Endama PAJK’ê Narwîn Xebat bal kişan ser perwerdeya heyî ya pergalê û wiha axivî: “Perwerdeya ku ji aliyê pergalê ve tê dayîn, ne li gorî rastiya civakê ye. Perwerdeya pergalê, dihêle ku mirov ji ziman, nasname û çanda xwe dûr bikeve. Di perwerdeyên pergalê de pişavtin û desthilatdarî tên esas girtin. Ji ber vê yekê îdiaya me ya ku me pergaleke alternatîf ava bikin heye. Ji bo perwerdeyê me venêrîneke nû daye avakirin. Ev dewra perwerdeya me ji bo keşif kirina hêza jinê. Ji bo min a herî girîng avakirina civaka demokratîke û ji bo vê yekê hêz û vîna xwe keşif kirine girînge.”      


xwe ji nû ve avakirin


Narwîn da zanîn ku akademiya perwerdê navê xwe ji Zeynep Kinaci digire û wiha got: “Rêbertiya me çalakiya rêhaval Zîlan weke manîfestoyekê pênasekiribû. Hevala Zîlan kesayetiya xwe winda bike, dê ji ku derê destpêbike, bi aweyekê berbiçav datîne holê û vê yekê di jiyana xwe de dide rûnişkandin. Vê yekê li ser tevahiya me bandor kiriye. Li gorî pêdiviya xwe min xwest di perwerdeyeke bîrdozîre der bas bibim. PAJK ji bo me qadeke bîrdoziye. Divê her jin di perwerdeya PAJK’ê re der bas bibe. 


Ekîn Gever jî diyar kir ku li çiya pergala perwerdeyê bi du awayî tê bi rêxistin kirin û wiha axivî:  “Hem perwerdeya giştî û hem jî a xweser a jinê heye. Lê perwerdeyên xweser ji bo me xwedî girîngiye cudaye. Dema ku perwerde û zanist tê gotin, di destpêkê de jin tê bira mirov. Jina ku xwe ji hemû paşverotiyan xelas kirî, dema diaxivê û nîqaş dike, bi cazîbe dibe.”


hişmendıya demokratîk


Ekîn anî ziman ku perwerde ew ku mirov astengiyên pêşiya vîna xwe rabikeye û wiha bi dawî anî: “Ji bo ku ev yek pêş bikeve, divê kesayeteke demokratîk, kadro û hişmendiyeke demokratîk bê avakirin û ev yek li nava civakê bê belav kirin. Armaca perwerdeyê ewe ku kadroyên neteweya demokratîk pêş bixwe. Hemû hevalên li vê derê li ser vê yekê diponijin.”   


hêza xwe derxıstına pêş


Endama PAJK’ê Avaşîn Başkale jî daxuya kirin ku bi perwerdeyê jin hêza xwe ya çewherî derdixwe holê û wiha got: “Bi vê yekê re jin bêtir nêzî zayendiya xwe dibe û diçe hevparbûnekê. Hişmendiya ku ji aliyê modernîteya kapitalîst ve hatî berevajî kirin û rastiya jinê dayî ji bîr kirin, bi vê perwerdê re derdikevin holê. Di perwerdeyê de, xwe gihandina hişmendiya rast heye û ji bo vê yekê divê pêşengtî bê kirin. Li van çiyan em lêgerîna rast esas digirin û li gorî wê xwe ji nû de vedigoherînin. Ev ponijandina me ya herî serekeye. Ji ber vê yekê em xwe perwerde dikin. Ji bo ku xwe em karibin xwe bi gihînin asta rêheval Zîlan, hedefên me yên mezin hene.”


(aw)