Jinên Wanê hewil didin cureyên çandiniyê zêdebikin
09:27
Seren SEZEN/JINHA
WAN- Jinên k udi binya BIKAD-KOOP’ê de hilberîna çîlekan dikin diyar kirin ku armanca wan ewe hilberîna fêkiyên li herêmê çêdibin zêdebikin. Nûroj Varli ya ku 3 salin bi awayek aktîf di kooperatîfê de rêveberiyê dike da zanîn ku jin ji bo zêdekirina hilberîna şînatiyê dixebitin. Nûroj destnîşan kir ku ji xwe bi destê jinan fêkî baştir çêdibin.
Piştevaniya Jinan ya Derdorpstêziyê a Şaredariya Sixkê û Kooperatîfa Çandê (BIKAD-KOOP) li taxa Şabaniye ya Wanê ev 3 salin hilberîna çandiniyê dike. Lig elek deveran ked û berhemên jinan weke karek qet neyê kirin tê dîtin. Li Wanê bi destê jinan fêkiya ku tucarî li wê nehatiye çandin çîlek bi destê jinan tê çandin û hat dîtin ku yeke ji fêkiyên pir baş li herêmê çêdibeye. BIKAD-KOOP di sala 2004’an de ji aliyê Şaredariya Sixkê ve hat avakirin. Lê ji ber erdheja sala 2011’an hat rewşa êdî neyê karanîn. Ji ber wê jî cihê xwe guhert niha li taxa Şabaniye yê xebatên xwe birêve dibe. Bi alîkariya şaredariyê cardin li wê jî dest bi xebatên xwe kir. Niha dirêveberiya wê de 6 jin hene û wiha dest bi xebatên xwe kirine. Rêveberiya Kooperarifê Nûroj Varli derbirî ku jin ji bo dahata xwe karê çandina çîlekan dike.
‘Li vêderê em bi derfetên xwe li ser linganin’
Nûroj anî ziman ku karê di kooperatîfê de tê kirin bi tevayî keda jinane. Nûroj bilêv kir ku girêdana jinan ya bi axêre û keda wan ev dîmenên çandiniyê derxistine holê. Nûroj diyar kir ku ji bo komeleya xwe ji nû ve avabikin û dest bi projeyên xwe bikin ji şaredariyê alîkarî xwestine û got: “Şaredariyê alîkariya pêwîst bû da me. Me jî çend jinan xwe da hev û komeleya xwe bi ser hev ve anî. Paşê jî em fikirîn ku bi jinan re din ava şêwirmendiyê debin. Min pêşniyarek ji bo çandina çîlekan pêşkêş kir û li ser wê me dest bi çandina çîçekan kir. Di dema kum e dest bi vê xebata xwe kir, em rastî gotinên weke çîlek li wanê çênabe hatin. Dema kum e dest bi vê projeya xwe kir me dît ku çawan fêkiyên cuda dikarin çêbibin. Piştî vê fikira xwe me dest bi lêkolînê kir ji ber tu dahata me nebû. Me bi derfetên xwe li vê derê xwe li ser lingên xwe girt. Paşê ez çum Ajansa Rabûna Rojhilatê Anadoluyê min serlêdana vê porjeyê kir. Proje hat pejirandin û wan alîkariya me kirin. Kêviya kesê nebû ku emê vî baxçeyê çîlekan çêbikin.”
‘Ji min re digotin xeyalîcî lê tuşta kum in xistî hişê xwe min kir’
Nûroj da zanîn ku dema wê despêkê ev projeye derxistî ew weke xeyalcî hatiye binav kirin û wiha got: “Dema ku projeya min li hişê xwe de berhev kiribû daxisti jiyanê min dît encamek gelek baş jê derket. Gelek jinan li vêderê ked dan û berhemê keda xwe dîtin.” Nûroj anî ziman ku wan 7 jinan bi hev re kedek mezin dane û wiha domand: “Ji bo ku em îsal zêdetir berhemê baş bigirin me sala derbasbûyî gelek li erdê xwe nêrî. Me zêde tuştên gorganîk ne xebitandin. Em bi xwezayî çêdikin. Em ewqas bi axêre bûne yek ku hestekî cuda yê girêdana bi axê re daye me. Bi axê re bûyîna yek aramiyê dide me.”
‘Me dest bi hilberîna Baklava yan kir û dahat bi dest xist’
Nûroj destnîşan kir ku piştî hilberîna çîlekan dê ji bo cejnê li cihê xwe dest bi çêkirina paklavayan jî bikin û wiha berdewam kir: “Me siparişên paklavayan girtine. Me ji dahata xwe ya ku ji firinan digirin firinek girt û dest bi çêkirina paklavayan kirin. Em difikirin ku bi dahata xwe atolyeyên hunerê dest yê jinan vekin û di heman dmê de perwerdê jî bidin. Di vana liyan de projeyên me hene.”
‘Divê lig undan ji nû ve dest bi hilberîna çandiniyê bê kirin’
Nûroj derbirî ku karê wan yê kooperatîfê ji aliyê taxê ve pir baş tê pêşewazî kirin. Nûroj diyar kir ku dema ku wan bertekên erênî girtin ji bo teşfîk kirina jinên taxê jî dest bi kar kirin. Nûroj da zanîn ku heger jin dest bi kar bikin dê dahatê jî di destê xwe de bibînin û wiha pêde çu: “Em dixwazin projeyê li Wan û navçeyên derdora wê bixin meryetê. Em difikirin dê bi tayîbetî ji bo vegera gundan û ji nû ve dest bi çandiniyê kirinê bibe teşkîkek. Ev ji bo herêma me rewşek gelek başe.”
‘Divê jin li her derê tevlî karê hilberînê bibin’
Nûroj anî ziman ku dema ku wan hilberîn zêdekir û fêkiyên cuda çandin dê êdî bi Rojava re bikevin nava pêşbaziyê û wiha got: “Em di aliyê hilberîna fêkiyan de nikarin bi Rojava re bikevin nava pêşbaziyê. Ji ber rewşa hewayê ya herêmê li holêye her tuşt li herêmê şîn nabe. Li ser van mijaran em fikirin. Me hinek lêkolîn kir û dest bi çandina wan kir. Despêkê me dît baxçeyên kîrasan tên çandin. Bi tayîbetî jî ji ber hewaya pak û paqij ya vêderê dibe sedema gelek şînatî û fêkiyên cuda li van deran çêbibin. Ez difikirim ku ji bo pêşxistina van projeyan hem ji bo fikirîna çandina erdê vala disekine û hem jî ji bo jin tevlî hilberînê kirin û di aliyê aborî de rewşa wan başkirinê de gelek giringe.”
(zt)

