Tîmên taybet 5 jin girtin bin çavan
10:03
Hezîran
5
/ 2014
JINHA
COLEMÊRG - Li navçeya Gever a Colemêrgê tîmên tevgera taybet û polîsan bi ser malan de girtin û 5 jin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li taxa Yeşîldere ya Geverê tîmên taybet û polîsan duh êvarê bi ser hinek malan de girtine. Di serdegirtinên hatin kirin de Seher Karagoz, Gulîstan Eraslan û 3 jinên ku navê wan nehat hînbûn hate binçavkirin. 5 jinên ku hinceta binçavkirina wan nehat hînbûn piştî kontrolên wanyên tenduristiyê ya li Nexwşxaneya Dewletê ya Geverê şûnde, birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê.
(pk)
