Jinan li hemberî kiryarên der mirovane xwepêşandan kirin
10:39
JINHA
EFRÎN - Jinên herêma Efrînê li hemberî kiryarên çeteyên DAIŞ'ê û PDK'ê yên ser Rojava xwepêşandan kirin. Di xwepêşandanê de kiryarên dijmirovane yên PDK’ê û çeteyên DAIŞ’ê ser gelê Rojava bi tundî hatin şermezar kirin.
Rêxistina Yekîtiya Star a navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji bo şermezarkirna kiryarên çeteyên DAIŞ'ê û PDK'ê yên ser şoreşa Rojava xwepêşandanek lidar xist. Bi dehan jin û welatiyên navçeyê beşdarî xwepêşandanê bûn. Xwepêşandanên bi duruşma "Ji xiyanet, teror û zordariya ser gelê Rojava re na’ Xwepêşandan ji ber avahiya Mala Gel dest pê kir û ber bi kolanên sereke yên navçeyê ve domand. Di xwepêşandanê de Sembola Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEV-DEM jî din av de gelek jin beşdar bûn. Di xwepêşandanê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi durişmeyên "Jin jiyan a azadî", "Berxwedana jiyan e", "Bimre xiyanet", "Ji 'Terora' li dijî gelan re na", "Ji xiyanet û komploya PDK'ê re na" û "Jin ji bo azadiya xwe û rêberê xwe tekoşînê dikin" bilind kirin.
Xwepêşandan li ber mala Mala Gel bi dawîbû û ser navê Yekîtiya Star, TEV-DEM û Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hatin kirin. Di hemû axaftinan de komkujiya Tilêliyê ku di 28'ê gulanê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêk hatibû û bi encamê de 15 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dabûn, kiryarên PDK'ê û hevpeymanên wê yên li dijî Rojava bi rejîma Sûriyeyê re bi tendî hatin şermezarkirin.
Di axaftinana de her wiha hate destnîşan kirin ku Rojava ne bi tenê ye û hêzeke mezin parastina wê dike û gelê Rojava dê li hemberî hemû planên neyarên gelê Kurd bisekinin.
(zt)
