Zelal: Di Şoreş Rojava de jin xwediyê kedên mezinin

10:53

JINHA


SERÊKANİYÊ– Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Serêkaniyê li navenda Zanist û Perwerdeya Jinan civînek li dar xist. Di civîna ku bi sedan jinên bajêr amade bûn de rewşa dawî ya Rojava û geşedanên herêmê hate nirxandin.


Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya hemleya ku Koma Jinên Bilind a di bin duruşma “Jin ji bo Azadiya xwe û Rêberê xwe di çalakiyan denin” de, Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Serêkaniyê li navenda Zanist û Perwerdeya Jinan bi beşdariya sedan jinên bajêr civînek li dar xist. Di civînê de rewşa dawî ya Rojava û geşedanên herêmê hate nirxandin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Cîger derbarê geşedanên dawî yên herêmê de axivî û wiha anî ziman: “Niha Rojava di rewşeke hestiyar re derbas dibe, ji ber vê yek pêwîste em bi hemû hêza xwe destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin. Pêwîste gelê me ji pilanên ku dijminên kurdan li dijî destkeftiyên gel didin meşandin û kiryarên çeteyên DAIŞ’ê re haydar bin.”


‘Li her derê pergala xweseriya demokratîk tê avakirin’


Zelal diyar kir ku bi Rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinan û welatiyên Rojava destkeftiyên dîrokî di qada siyasî, çandî û aborî de hatin bidestxistin û wiha got: “Bi saya keda gelê me û xwîna şehîdan, herêmên me hatin rizgarkirin û li van herêman sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate rûnişkandin.”


Zelal di dawiya axaftina xwe de got ku şoreşa Rojava şoreşa jinan e, jinan ji bo şoreşê kedeke mezin da û tu kes nikare înkar bike.


Civîn bi nîqaşên di navbera beşdaran de bi dawî bû.


(zt)