Di meha gulanê de mêran 23 jin qetil kirin

12:38

JINHA


STENBOL – Di meha gulanê de mêran 23 jin qetil kirin. Ji sedî 56,5 faîlên wan hevserên wanin. Di 5 mehên despêka salê de rêjeya qetilkirina jinan gihişt 112’an. Rêjeya şideta mêran ser jinan li Egeyê 27 Manîsa 19, Derya Sipî 16, Navenda Anadoluyê 14, Derya reş 10, Başurê Rojhilatê Anadoluyê 9, Rojavaya Anadoluyê 2 hatin jiyîn.


Li gorî nûçeya Bianet ê di meha gulanê de mêran 23 jin û yek jî zaroka keç qetilkirine, 13 jin û zarokên keç tecawîz kirine, 36 jin birîndar kirine, 25 jin û zarokên keç jî tacîz kirine. Di 5 mehên despêka salê de mêran 112 jin qetilkirine, 32 jin û zarokên keç tecawîz kirine, 236 jin birîndar kirine, 44 jin û zarokên keç tecîz kirine.


Cînayet


Mêran di meha gulanê de li 14 navendan 23 jin qetilkirine. Di nava wan cînayetan de jî mêrekê zarokek keç ya 8 salî qetilkir û 2 mêr jî birîndar kir.


3 jinên ku dixwestin bên berdan hatin qetilkirin. Jinek jî li gorî biryara ji hevserê xwe durbûnê girtibû jî hat qetilkirin. Mêrek yê heskiriya xwe qetilkiribû ji doza qetilkirin û tacîza zayendî dihat girtin jî derket.


Ji sedî 56,5 faîlên wan hevserên wanin. 13 jin ji aliyê hevserê xwe ve hatin qetilkirin. 2 jin ji aliyê heskiriyê xwe ve, 2 jin ji aliyê birayên xwe ve, 2 ji aliyê heskiriyên diyên xwe ve, yek ji aliyê mêrek mirovê xwe ve, yek ji aliyê nîşaniyê xwe yê berê ve, yek ji aliyê nîşaniyê xwe ve û yek jî ji aliyê xesiya xwe ve hat qetilkirin.


Ji sedî 69,5 jî bi çekan hatine qetilkirin. 8 jin bi demanceyê, 6 jin bi çeka nêçîrê, 2 bi tifegê, 4 bi kêrê û 3 jî bi lêdanê hatine qetilkirin.


Ji qatîlan jî 2 yan întihar kirine, 2 yan xwestine întihar bikin, 2 jî dema ku cînayet kirine bi xwe teslîmbûne.


Di meha gulanêde mêrên cînayet kirine temenê wan din ava 24 û 65 salî dene. Jinên hatine qetilkirin jî temenê wan dinava 17 û 63 salî debûne.


Qatîlên jinan herî zêde li Stenbolê dijîn. Navendên ku cînayet lê hatine jiyan kirin Edene, Amasya, Dîlok 3, Bursa Çorum, Erzurum 2, Hatay, Îstanbul 6, Karaman, Konya 2, Manisa, Mugla, Osmaniye û Yozgat e.


Tecawîz


Di meha gulanê de mêran 13 jin û zarokên keç tecawîz kirine. Ji jinên hatine tecawîz kirin jî yek berastenga hişe û 2 ji wan jî jinên turîstin.


Ji mêrên tecawîzkar jî 8 hatine girtin, 7 ji wan ne girtî ji derve tên darezandin û di derbarê 6 an de jî tu agahî nîne.


Ji sedî 77 jin ji aliyê mêrên nenas ve hatine tecawîz kirin. 10 jin ji aliyê mêrên ne nas ve hatin tecawîzkirin, 2 ji aliyê mêrên mirovên xwe ve û zarokek keç jî ji aliyê ajovanê servîsê ve hatiye tecawîz kirin.


Ji sedî 46 bûyer li kolanan çêbûne. Ji sedî 23 li cihên jin nikarin xwe biparêzin derketin. 6 jin li kolanê, 3 jin li cihên nikarin xwe biparêzin, 2 li mal de, 1 di ketina apartmanê de û yek jî di wesayîtê de hat tecawîz kirin.


Navendên tecawîz lê hatine jiyan kirin Antalya 2, Aydin, Bursa, Hatay, Îzmîr, Mugla 2, Ordu, Samsun, Riha 2 û Zonguldak.


Şidet û birîndarî


Di meha gulanê de mêran li 21 navendan 36 jin bi şidetê birîndar kirin.


Jinek di derê edliyê de rastî êrîşê hat. Jin ji sedî 11 ji ber berdanê dixwazin rastî şidetê hatin. 2 jinên ku rastî şideta mêran hatin jî karkerên seksê yên transbûn.


2 mêrên ku hevserên wan giran birîndarbûn piştî bûyerê xwe întihar kirin. 3 mêran jî êrîşî cihên kar û malan kirin jin darb kirin. Yekê camên cihê karê heskiriya xwe ya berê şikandin. Yekê êrîşî mala hevsera xwe ya berê kir û yekê jî mala heskiriya xwe ya berê bi kepçeyê xirakir.


Jin ji ber xwestine bixebitin, dema ducanine xwestine biçin nexweşxan û ji hevserê xwe re gotine “diranê xwe bişo” rastî şidetê hatine.


Ji sedî 61’ê jinan ji havserê xwe şidet dîtine. Ji sedî 14 ji heskiriyên xwe şidet dîtine. 22 jinan ji hevserên xwe, 5 jinan ji heskiriyên xwe, 2 jinan ji hevalên xwe, 2 jinan ji mişteriyên xwe, yekê ji mêrek yê mirovên xwe, yekê ji hevserê xwe yê berê, yekê ji heskiriyê xwe yê berê, yekê ji kiraciyê xwe û yek jî kurê wê ew birîndar kiriye.  


Birîndarî ji sedî 75 bi awayê darbkirinê çêbûne. 27 jin hatine darb kirin, 5 jin bi kêrê hatine birînkirin, 3 bi demancê. Mêrekê jî ji ber hevsera wî xwest ji wî cuda bibe mala wê şewitand.


Di maha gulanê de mêrên ku şidet kirine temenê wan di navbera 20 û 71 saliyê dene. Jin û zarokên keç yên ku bûne mexdurê şidetê jî temenê wan di navbera 15 û 70 saliyêdene.


Navendên ku şideta mêran lê hatine dîtin Edene 2, Qeyserî 2, Enqere 2, Antalya 4, Êlih, Balu, Çorum 2, Eskîşehîr 2, Îstenbol 4, Îzmîr, Kayserî 3, Kilis, Kocaeli, Konya 2, Luleburgaz 2, Mersîn, Sakarya, Samsun, Sêrt, Trabzon û Zonguldak e.


Tacîz


Di meha gulanê de mêran li 6 navendan 25 jin û zarokên keç tacîz kirine.


Ji sedî 84 jin bi riya ragihandina teknolojiyê hatine tacîz kirin. 21 jin bi peyamên telefonan û bi telefonê kêşana kamereyê ji aliyê mêran ve hatine tacîz kirin. 2 jin di mal de û yek jî di navgîna otelê de rastî tacîzê hat.


Ji sedî 88 jin ji aliyê mêrên ne nas ve hatin tacîz kirin. 23 jin ji aliyê mêrên ne nas ve hatin tacîz kirin, yek ji aliyê bavê xwe ve û yek jî ji aliyê hevalê xwişka xwe yê mêr ve hat tacîz kirin.


Di meha gulanê de tacîzên hatîn kirin temenê tacîzciyan din ava 25 û 59 salî de. Temenê jin û zarokên keç yên hatine tacîz kirin jî din av bera 12 û 26 salî dene.


Navendên ku tacîzên zayendî lê hatine jiyan kirin jî Enqere, Îstanbol, Îzmîr, Kirkaleli, Sakarya û Zonguldak e.


Şidetên ku şidet afirandine


Li Kayseriyê jinek ya ku berdewam ji hev serê xwe şidet ditît bi çekê hat qetilkirin.


Li Stenbolê jinek ya ku dixwest xwe ji heskiriyê xwe yê şidet li wê dikir bi parêze ji aliyê wî ve rastî êrîşa bi kêran hat.


Li gora herêmê


Di meha gulanê de di 35 navendan de 97 mêran şidet, cînayet, teşabusên cînayetê, tacîz, îstismara zayendî, tecawîz , bûyerên birîndariyê kirine.


 Rêjeya şideta mêran ser jinan li Egeyê 27, Manîsa 19, Derya Sipî 16, Navenda Anadoluyê 14, Derya reş 10, Başurê Rojhilatê Anadoluyê 9, Rojavaya Anadoluyê 2 hatin jiyîn.


(zt)