‘Bi Dengê Zarokan ji Hevsel ber bi Geziyê ve Merheba’

14:54

JINHA


AMED – Xwendekarên Mala Piştevaniya Perwerdê ya Alay a kudi biniya Şaredariya Rezan de xebatên xwe bi rêve dibin di çarçoveya xebatên xwe yên dawiya salê de bi duruşma ‘Bi Dengê Zarokan ji Hevsel ber bi Geziyê ve Merheba’pêşangihek û şanoyek pêşkêş kirin.


Xwendekarên Mala Piştevaniya Perwerdê ya Alay a kudi biniya Şaredariya Rezan de xebatên xwe bi rêve dibin di çarçoveya xebatên xwe yên dawiya salê de bi duruşma ‘Bi Dengê Zarokan ji Hevsel ber bi Geziyê ve Merheba’pêşangihek û şanoyek pêşkêş kirin. Xwendekaran hunerê xwe yê pêşangeh û şanoyê li Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn pêşan dan. Di hunerê xwendekaran yê pêşangehê de gelek madeyên kevin dubare nû kirine û ji wan huerê dest yê gelek xweşik çêkiriye. Di vekirina pêşangehê de malbatên zarokan û gelek welatî amadebûn. Girêdayî pêşangehê Koordînatorê Mala Piştevaniya Perwerdê ya Şaredariya Rezan Musa Erbeyî axivî û got: “Em îro li vêderê pêşangeh û şanoya xwe bi duruşma ‘Bi Dengê Zarokan ji Hevsel ber bi Geziyê ve Merheba’ pêşkêş dikin. Em hemû xebatên xwe bi navê hemû zarokên ku ser erdnîgariya Kurdistanê hatine qetilkirin pêşkêş dikin.”


Zarokan bi navê “Qêrîna ajalan” şanoya ku amade kiribûn jî bi kurmancî pêşkêş kirin.


 (zt)