Promiyera lîstika “Di nava dunikan de” rastî eleqeyeke mezin hat
13:16
JINHA
ÊLIH – “Di Nava Dunikan de” (Tırnak İçinde), lîstikeke bi kurdî ye. Di şanogeriya kurd de yekem e. Cara yekem lîstikeke monolog tê lîstîn û ji hêla jineke kurd ve tê lîstin. Pelda Bal lîstikvana şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Biharê ye û da zanîn ku lîstik li ser lêgerîna jinek e û jin li hemberî serdestiya zîhniyeta mêr, cinsiyeta civakî têkoşîna çîroka xwe vedibeje.
Promiyera lîstika “Di Nava Dunikan de” (Tırnak İçinde), li Sînemaya Yilmaz Guney a şaredariya Êlihê hat pêşandan. Hunerhezên Êlihê eleqeyeke mezin nîşanî lîstikê da. Pelda, da zanîn ku cara yekem jineke kurd lîstikeke monolog bi kurdî pêşkeş dike. Lîstik ji hêla wênesaz Fevzî Bîlge ve hat nivîsandin û derhênerê ya vê jî ji hêla Giyasettîn Şehir ve hat kirin.
Çîroka jinek vedibêje, jina ku li hemberî cinsiyeta civakî, serdestiya zîhniyeta mêr çawa kirasê dînitinê tê lêkirin. Ji bo lîstikvana Navenda Çand û Hunerê ya Biharê Pelda Balê, lîstikeke cûda ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lîstik ne tenê li ser jinên kurd e û li ser hemû jina ye û çîroka hemû jinan vedibêje. Me xwest pirsgirêkên ku her roj jin dijîn binîn ziman. Em pirsgirêkan bi rengek cûda tînin ziman. Lîstika me li ser lêgerîna azadiyê ye. Êdî jin dixwaze xwe bibine. Em dixwazin bi navê lîstika xwe û mijara lîstika xwe rastiya tê jiyin binin ser dikê.”
(la)

