Mudaxeleyî çalakiya Lîcê hat kirin: 5 birîndarin

15:08

JINHA


AMED – Li Lîcê welatî li hemberî çêkirina kalekol û qereqolan 13 rojin di çalakiyê denin. Her dem çalakvan rastî mudaxeleya polîsan tên. Îro jî polîsan mudaxeleyî çalakiyê kirin. Di mudaxeleyê de polîsan dem dem guleyên rastî bi kar anîn û 5 kes birîndarin.


Li navçeya Lîcê ya amedê welatî li hemberî çêkirina kalekol û qereqolan 13 rojin di çalakiyê denin. Her dem çalakvan rastî mudaxeleya polîsan ya bi ava şid, bobmeyên gazê û wekedinê tên. Îro jî polîsan mudaxeleyî çalakiyê kirin. Di mudaxeleyê de polîsan dem dem guleyên rastî bi kar anîn û 5 kes birîndarin. Li gel baranê jî mudaxele berdewam dike û welatî jî bi keviran bersivê dide wan.


Çalakiya kul i Lîcê berdewam dike ji aliyê Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê û têkela DOKH’ê ve hat ziyaretkirin.


 (zt)