Karwanê Aştiyê li Belgradan e

16:00

JINHA


BELGRAD – Saraybosna cihê ku di 1’emîn Şerê Cîhanê de li prensên Awusturya – Macarîstan hatîn xistin  dê bi armanca 100’emîn salvegera bûyerê Çalakiya Aştiyê ya Navnetewî sibê despê bike. Karwanê aştiyê yê ku ji Îtalya û Stenbolê ketin rê li ser Yunanîstanê re ber bi payîtexta Sirbistanê Belgrad ve ketin rê.


Di navbera 6-9’ê hezîranê de Çalakiyên Aştiyê yên Navnetewî li Saraybosnayê tên çêkirin. Ji bo beşdarbûnê ji Stenbol û Îtalya karwanên aktîvîstînên aştiyê ber bi Saraybosnayê ve bir ê dikevin. Despêkê karwanê ji hazaran aktîvîstên aştiyê pêkdihatin li bajarê Selanîk yê Yunanistanê hatin bahev. Di bin rêveberiya Koalisyona Çep ya Radîkal (SYRÎZA) de dê weleat ziyaret bikin. Di heman rojê de aktîvîst ketin rê li bajarê Belgrad yê Sirbistanê bi karwanê ji Îtalya dihatin gihiştin hev. Din ava wan de aktîvîsta DOKH’ê û Şaredara berê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Ayşe Gokkan jî hayî, rêveberên partiyên çep û akademisyenan cîh girtin. Piştî Belgrad dê di 6’ê hezîranê de biçin Saraybosna cihê ku prensê Avusturya Macarîstan lê hatî lêxistin û li wê dawî li rêwîtiya xwe bînin. Dê li Saraybosnayê 3 rojan çalakiyên ji bo aştiyê li dar bixin. Dê di wan çalakiyan de beşdarvan bi panelên cuda yên girêdayî tehrîbatên şer pêşkêş bikin.  


Çalakiyên Aştiya Navnetewî weke panel, atolye, konferans û wekedinê bi qasî 100 çalakiyan amadekirine. Di çarçoveya çalakiyan de dê meşa jinan çêbibe. Di çarçoveya atolyeyan de jinên ji Balkan, Ewrupa û gelek aliyên cîhanê hatine dê ceribandin û danûsitandina ramanê bikin.


 (zt)