Xebatên ji bo Pazara Semta Jinan didomin
13:46
JINHA
AMED - Ji hêla şaredariya Baglara Amedê ve ji bo jinan Pazara Semta Jinê tê vekirin. Ji bo jinên ku dê têde bixwebitin civîn hat li darxistin. Şaredara Rezanê Yuksel Baran, diyar kir ku ew dixwazin jinên ku li gundan jî dijîn tevli vê pêvajoyê bikin û wiha axivî: "Em ê balê bikişînin ser mijara vegoherandinê jî. Ji ber vê em ê di pazarê de li şûna torbeyên naylon tobeyên kaxiz bixwebitînin."
Şardariya Baglarê ji bo îstîhdama jinan, faliyetên xwe li taxa Kaynartepe ku wekî pîlot hilbijartiye dide meşadin. Şaredara Rezanê Yuksel Baran û ekîbeke jin li taxên Kaynartepe, Muradiyê, Korhatê û taxên din civîn li darxistin. Di encama van civînan de, li ser daxwaza jinan pazareke ku jin bi xwe têde bixebitin, projeya Pazara Semtê derket holê. Di pazara Semtê de dê 5 jê astengdar 208 jin bixwebitin.”
Yuksel, anî ziman ku ev projeyeke destpêkêye û pir girîngiyê didin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “5 jê astengdar bi giştî dê 208 jin dê di vî karî de bixwebitin. Ev projeyeke paqij û ji bo me girîng e. Serkeftina vê projeyê ji bo me pir girîng e. Ger em di vê projeyê de bi serbikevin, em ê du pazarên semtên din jî vekin.”
Baran, daxuyand ku ew dixwazin jinên ku li gundan jî dijîn tevli vê pêvajoyê bikin û wiha got: "Em di xwazin hilberînên organîk ên gundan di vê projeyê de tercîh bikin. Weke din em ê balê bikişînin ser mijara vegoherandinê jî."
(la)

