Li gundê Tûtê pevçûn

08:20

JINHA


AMED - Li gundê Tûtê ya Licê di navbera ciwanan û leşkeran de pevçûn derket û hat gotin ku kesek hatiye binçavkirin.


Li gundê Tûtê ya navçeya Licê ya Amedê saet dora 16:00'an de welatiyan li ser riya Licê û Pasûrê de wesayît rawestandin û nasname kontrol kirin. Piştî ku leşkeran mudaxaleyî ciwanan kirin, di navbera ciwan û leşkeran de pevçûn derket. Ciwanan wesayîtek şewitandin û hat gotin ku kesek hatiye binçavkirin. 


Li gundê Tûtê pevçûn didomin û dem bi dem dengê çekan tê.


(zt)