Di meha nîsanê de 508 jinan şidet dîtine

08:21

JINHA


HEWÊR - Li gor lêkolînek ya Rêveberiya Giştî ya Rûbirûbûna Tundûtîjiya Lidijî Jinan li Herêma Fererala Kurdistanê hat diyar kirin ku di meha nîsanê de 508 rewşên tundûtîjiyê ser jinan hatine jiyan kirin. Rêjeya herî zêde li Hewlêrê û ya herî kêm jî li herêma Soran hatiye dîtin.


Li gor lêkolînek ya Rêveberiya Giştî ya Rûbirûbûna Tundûtîjiya Lidijî Jinan li Herêma Fererala Kurdistanê de hat diyar kirin ku di meha nîsanê de 508 rewşên tundûtîjiyê ser jinan hatine jiyan kirin. Rêjeya wê ya herî zêde li Hewlêr hatiye dîtin û ya herî kêm jî li herêma Soranê hatiye dîtin. Lig ora lêkolînê 3 jin hatine kuştin, 21 jin hatine şewitandin, 6 jinan xwe şewitandiye, 468 jinan şidet dîtine, 9 jin hatine tecawîz kirin.

Li gor lêkolînê li herêma Hewlêrê 199 jinan şidet ditiye, li Duhokê 63 jinan li navçeya  Îdareya Raperîn 23 jinan, li navçeya Soran 23 jinan şidet dîtine.


(zt)