Li Silêmaniyê meşa ji bo şermezarkirina êrîşên ser Rojava
09:03
JINHA
SİLÊMANÎ – Duh êvarî bi boneya şermezarkirina êrîşên ser Rojava û tayîbetî jî êrîşa vê dawiyê têde 15 welatî hatin qetilkirin di bin pêşengiya PÇDK’ê de meşek hat kirin. Di dawiya meşê de daxuyanî hat dayîn Doxtor Azad peyam xwend û got: “Em hêrişa hovane a têde 15 welatiyên sivîl hatin qetil kirin bi tundî şermezar dikin.”
Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê duh êvarî bi boneya şermezarkirina êrîşîn li gundê Tilêliyê yê girêdayî Serêkaniya ya Rojavayê Kurdistanê meşek hat li dar xistin. Meş ji aliyê Partya Çareserya Demokrata Kurdistanê (PÇDK) ê ve hat darxistin. Di meşê de rêxistina RJAK, TEV DEM, Partiya Serbixweya Kurdistanê, Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, gelek berpirsên partiyên sivîl, siyasetmendar, kesên navdar jî din av de gel bi girseyî beşdar bûn. Di meşê ji Baxê Giştî yê Silêmaniyê destpê kir heya Mizgefta Mezin meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsa “Revandin û kuştinên welatiyên sivîl helwest û kiryarên teroristiye”, “Em komkujiya li gundê Tîlêliyê nelet û şermezar dikin” û “Çeteyên DAIŞ’ê bi navê Îslamê bê rêztiya herî mezine li hember Îslam û mirovahiyê dikin” her wiha alên PÇDK, PYD, YPG/YPJ,RAJK, Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan hatin hildan.
Piştî girse giha ber mizgefta Mezin a Silêmaniyê, li wê daxuyanî û peyamên partiyan hatin xwendin.
Bi navê girseryê Doxtor Azad peyam xwend û got: “Em hêrişa hovane a têde 15 welatiyên sivîl hatin qetil kirin bi tundî şermezar dikin.”
‘Rojava xizmeta hemû pêkhateyên herêmê dike’
Doktor Azad wiha got: “Kantonên Rojavayê Kurdistanê bê ku cudahî bêxe navbera ol, bawerî û neteweyên herêma Rojava xizmeta hemû pêkhateyên herêmê dike. Lê belê çeteyên Dewleta Îslamiya Iraq-Şamê (DAIŞ) bi şêweyekî hovane û dûrî exlaqê mirovahiyê hêrîşî ser gundê Tilêliyê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê kirin û 15 welatiyên ji hemû pekhateyan ku di navê de jin û zarok jî hebûn girtin û qetil kirin.”
‘Li Hewlêr têkdanê rewşa Rojavayê Kurdistanê dikin’
Doktor Azad di berdewama axaftina xwe de bal kişande ser hevkariya dewleta Turk, Erebîstana Siûdî û PDK’ê yên bi çeteyên DAIŞ’ê re û wiha dewam kir: “Çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Turkiyê, Erebîstana Siûdî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK’ê) li Hewlêr têkdanê rewşa Rojavayê Kurdistanê dene. Lê belê her çend nekarîne ku pîlanên xwe li Rojavayê Kurdisanê bi serbixînin û ji lewma hevakariya çeteyên DAIŞ’ê dikin û hêrîşî ser gundê Tilêliyê kirin û bi dehan kes ku jin û zarok jî dinavê debûn qetilkirin.”
‘Pêwîste gelê me destê biratî û alîkariyê ji bo Serkaniyê dirêjbike.”
Her wiha Mele Nadir Elî jî peyamek pêşkêşkir û wiha got: “Ev kiryarên ku çeteyên DAIŞ’ê bi hevakariya dewletên weke Turkiye, Erebîstana Siûdî û Partiya Demokrata Kurdastanê (PDK’ê) li ser gundê Tilêliyê ku girêdayî bajarê Serkaniyê pêkhaniye, ev hêrişa ji dervey exlaqê mirovahiye û ti eleqeya xwe bi İslama Rast re tûneye. Lewma em bang li tevahiya Gelê Kurd dikin û dibêjin pêwîste gelê me destê biratî û alîkariyê ji bo Serkaniyê dirêjbike.”
‘Gelê me li Rojavayê Kurdisanê îro tevnên dîrokî dirêsîne’
Di heman demê de li ser navê TEV- DEM’ê Xerîb Hiso axivî û got: “Gelê me li Rojavayê Kurdisanê îro tevnên dîrokî dirêsîne. Ji lewma hindek kesên weke Partiya Demokrata Kurdistanê PDK’ê ger alîkariyê nake bila dev ji dijminatiya gelê Kurd jî berde. Ji ber em di qonaxekê re derbasdibin ku zêdetir em berbi yeketiya netewî ve diçin û ji lewma em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku divê bi erkên xwe yên netewî û biratî rabin.
(zt)

