‘Jinên Rojava di destekê de çek û di yê dinê de pênûs li ber xwe didin’
09:15
JINHA
AMED – Di 1’ê Hezîranê de li Amedê bi bonaye salvegera bîranîna Şêx Maşûqê Xeznewî HRRK’ê konferansek li darxist. Endmana HRRK’ê Helbestvan Axîna Welat weke jin girêdayî xebatên xwe yên din ava HRRK’ê de axivî û anî ziman ku “Her jinek li Rojava bi awayekî xwedî li şoreşa piroz derket. Jinên rewşenbîr yên Rojava li pêş gelê xwe dimeşin, kar û xebatek mezin dikin”
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kuridtanê (HRRK) di 1’ê Hezîranê de li Amedê bi bonaye salvegera bîranîna Şêx Maşûqê Xeznewî konferansek li darxist. Endama HRRK’ê helbestvan Axîna Welat jî di konferansê de amadebû. Axîna Welat di derbarê xebatên HRRK’ê û tayîbetî jî di nav de rola jinan axivî.
‘Her jinek kurd afirvanek e’
Axîna Welat diyar kir ku “Rewşenbîrên welatparêz rolek giring di şoreşa gel ya Rojava de dileyîzin. Di nava rewşenbîran de taybetiya jinên rewşenbîr ew e ku jin sedema afirandina jiyanê ne. Jinên rewşenbîr parvekirê zanînê ne. Taybetiya jinên rewşenbîr jî ew e ku dibin sedema berfirehkirina qada zanistî di navan civakê de. Her jinek kurd afirvanek e . jinên kurd di cîhanê de mînak in, jinên kurd ew jinin ku bi destekê pênûs girtine û bi destê din jî çek”
‘Ji sedî 80 jin şoreşê dimeşînin’
Axîna Welat bi nav kir ku jinên Rojava bi pênûs, saz, awazên xwe xwedî li şoreşa Azadiyê ya Rojava derketin û wiha axifî: “Her jinek li Rojava bi awayekî xwedî li şoreşa piroz derket. Jinên rewşenbîr yên Rojava li pêş gelê xwe dimeşin kar û xebatek mezin dikin. şoreşa Rojava şoreşa jina ye. berî demekê me digot ji sedî 65 jin bi vê şoreşê rabûn lê niha ji sedî 80 jin şoreşê dimeşînin û dibin sedema dewamiya şoreşê li Rojava. di her saziyekê de xebatên jinan pêşdikeve. Ji jinan ji bo jina û ji jinan ji bo Azadiya civakê her her derfet tê bikaranîn.”
‘ Rewşenbîr ronahiya ber gelê xwe ye’
Axîna Welat destnîşan kir ku wateya rewşenbîrtiyê ew e her rewşenbîr bibe ronahiyek di rêka gelê xwe de ji ber vê yekê wateya rewşenbîrtiyê di xebatên rewşenbîran ji bo civakê de tê fam kirin û wiha pêde çû: “ Rewşenbîr di her aliyê jiyana civakî de rolek giring dileyîze ji ber ku rewşenbîr ronahiya ber gelê xwe ye . Divê rewşenbîr hem di şoreşê de hem jî di civakê de rola dikeve ser molê wan bînin cîh. Di şoreşan de herî zêde rewşenbîr afirandinên nû di hilberînin. Ji ber vê yekê barekî giran dikeve ser milê rewşenbîran divê ku zanibin bi çavê gelê xwe li jiyanê binêre û bibe ziman û dengê gel.”
‘Rewşenbîrên kurd temsîla rastiya hebûna gelê kurd dikin’
Axîna Welat bi lêv kir ku navê rewşenbîrên kurd bi rastiya hebûna gelê kurd ve girêdayî ye û wiha got: “dema ku behsa rewşenbîr ên kurd dibe wê demê rastiya gelê kurd tê fikrê mirov. Rewşenbîr ên kurd temsîla rastiya hebûna gelê kurd yên maf binpêkirî dikin. Dema têkoşîn bi pênûs, huner deng û reng pêwist dibe bi wan têdikoşin, lê heger dem dibe dema şer û cengê ew jî bi gekê xwe re radihêjin çekan.”
(şh/pk/zt)

