Li Îranê 2 tren bi hev ketin û 10 rêwiyan jiyan xwe ji dest dan
09:46
Hezîran
6
/ 2014
JINHA
MEŞHED – Li ser riya Tehranê 2 tren bi hev ketin. Di encama bûyerê de 10 rêwiyan jiyan xwe ji dest dan û gelek rêwî jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku dema treneke ji bajarê Meşhed ya Rojavayê Îranê diçû Tehranê li trênek din ket û di encam de 10 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan rêwî jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku di trenê de 340 rêwî hebûn.
(zt)

