Li Çinarê perwerdeya tekoşîna li hemberî îstismara zarokan

10:15

JINHA


AMED – Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Jinwar ya ku dibiniya Şaredariya Çinarê de xebatên xwe bi rêvedibin semîrek dan. Jinan eleqeyek mezin nîşanî semînerê dan. Civaknas Halide Turkoglu di semînerê de axivî û got: “Hejmara zarokên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin gihiştiye 569 zarokan. Mixabin cardin gunehbar zarokên hatîn qetilkirin tên dîtin. Mirovên mezin û dewlet şideta zarokan meşru dibînin.”


Li Navenda Jinan ya li navçeya Çinarê ya Amedê ye bi boneya îstismar û cînayetên jin û zarokan semînerek hat dayîn. Semîner ji aliyê Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Jinwar ya ku dibiniya Şaredariya Çinarê de xebatên xwe bi rêvedibin ve hat dayîn. Jinan eleqeyek mezin nîşanî semînerê dan. Di semînerê de mijarên weke “Îstismara zarokan çiye? Çima dema ku zarok rastî îstismarê tên nabêjin? Tuştên kul i hemberî îstismarê divê zarok bizanin çine? Li hemberî îstismarê tuştên din ava civakê de divê bên zanîn.” Li gel van mijaran jinan jî çîrokên xwe tevlîkirin.


‘Di îstismar û cînayetên zarokan de faîl yên gihayî û dewlete’


Civaknas Halide Turkoglu balkişand ser îstismara zarokan û got: “Hejmara zarokên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin gihiştiye 569 zarokan. Mixabin cardin gunehbar zarokên hatîn qetilkirin tên dîtin. Mirovên mezin û dewlet şideta zarokan meşru dibînin.”


Paşê jinan jî nêrînên xwe tevlîkirin. Jinan hem gelek pirs pirsîn û hem jî mijar nirxandin.


(zt)