Yekem runiştina doza Birgül Ergin hat dîtin

12:15

JINHA


MUGLA – Li Fethiyeyê runiştina doza Bayram Ergen yê ku hevsera xwe Birgul Ergen û keça xwe ya 7 mehî Elîf Beyza Ergen qetilkir duh li Edliyeya Fethiyeyê hat dîtin. Do qaloqî 24’ê tîrmehê hat kirin.


Li navçeya Fethiyeyê ya Moglayê runiştina doza Bayram Ergen yê ku di 9’ê adara 2014’an de hevsera xwe Birgul Ergen û keça xwe ya 7 mehî Elîf Beyza Ergen bi hovane qetilkir duh li Edliyeya Fethiyeyê hat dîtin. Do qaloqî 24’ê tîrmehê hat kirin. Di runiştina dozê de dayîka Bîrgul Ergen Melahat, bavê wê Sadik û birayê wê Bayram kartal li gel bi navê Platforma Rawestandina Şidetên Jinan Ayşe Milia tevlîbûn. Di runiştinê de bersuc îfade neda û doz taloqî 24’ê tîrmehyê hat kirin.


Platforma Rawestandina Şidetên Jinan ji bo jinan ji A heta Z yê parastin û faîlên wan darezandin bertek nîşanî dozê jî dan û xwestin ji bo qatîlê Bîrgul û keça wê Elîf Beyza jî cezayê herî giran bê dayîn. Platformê dan zanîn ku heta cezayê muebetê neyê dayîna kujerên jinan dê tekoşîna xwe berdewam bikin.


(zt)