Li Kobanê zarok meşîn û daxwaza mafê xwe kirin
13:35
JINHA
KOBANÊ - Zarokên herêma Kobanê ji bo maf xwe yê perwerde û jiyanê xwepêşandanek li dar xistin. Zarokan bang li rêxistinên navnetewî û UNESCO kirin da ku zarokan biparêzin û şer rawestînin.
Bi dehan zarokên herêma Kobanê li Qada Şaredariya Kobanê kom bûn û xwepêşandanek kirin. Zarokan di xwepêşandanê de pankartên weke "jiyaneke xweş daxwaziya me ye" rakirin. Zarokan ji bo parastina mafê perwerdê bang li rêxistinên navnetewî û rêxistinên parastina zarokan kirin. Xwestin şer bê rawestandin. Zarokan jiyaneke azad û bi ewle xwestin.
Li gel barîna baranê jî zarok zêdetirî seatekê li qada şaredariyê man û duruşme yên ji bo mafê xwe diqêriyan.
(zt)
