Konferansa Saziya Nûrî Dêrsimî despêkir

13:55

JINHA 


QAMIŞLO - Saziya Nûrî Dêrsimî ya Fikr û Ramanê ya Herêma Cizîrê konferansa xwe ya yekemîn li Akademiya Celadet Bedirxan a Wêje û Dîrokê de bi beşdariya 150 delegeyan dest pê kir.


Li Akademiya Celadet Bedirxan a Wêje û Dîrokê, Saziya Nûrî Dêrsimî ya Fikr û Ramanê ya Herêma Cizîrê konferansa xwe ya yekemîn de bi beşdariya 150 delegeyan ên hemû deverên Cizîrê û Akademiyan dest pê kir. di konferansê de her wiha nûnerên Meclîsên Gel ên Cizîrê, nûnerên Saziya Zimanê Kurdî, nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), nûnerên Yekîtiya Rewşenbîrên  Demokratîk, nûnerên Meclîsa Şêwermendan a girêdayî Desteya Karûbarên Olî, nûnerên gelek rêxistinên sivîl û Cîgira Serokê Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê Semîra Hac Elî beşdar bûn. Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.  Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hisên Şawîş derbarê rola Saziya Nûrî Dêrsimî di pêşxistina hişmendiya civakê de axivî û got: “Armanca avakirina vê Saziyê ew bû ku baweriya bi şoreşa fikrî  û zihnî heye ji ber ku bêyî van civaka azad misoger nabe.”


‘Sazî ji bo herêm ji hişmendiya rejîma baas bê pak kirin dixebite’


Hisên Şawîş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Akademiyên Nûrî Dêrsimî yên li bajarên Dêrik, Til Temir, Qamişlo, Serêkaniyê, Tirbespiyê, Amûdê, Rimêlan, Dirbêsiyê û Hesekê bi hemû hêza xwe ji bo civakê ji zihniyeta rêjîma Baasê rizgar bike têdikoşin.


Di konferansê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê rola akademiyan û armancên wan de hatin xwendin.


 Cîgira Serokê Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê Semîra Hac Elî derbarê rola saziyên fikrî di rizgarkirina civakê de ji sîstema desthilatdar de axivî.


Rapora Saziyê ya salekê hate xwendin. Di konferansê de her wiha derbarê aktîfkirina rola saziyê di civakê de nîqaş hate destpêkirin.


Hîna konferans  didome...


(zt)