‘Penaberên jin yên Suriyê rastî şideta zayendî tên’
15:32
JINHA
ENQERE - Parlamenterê HPD’ê Îdrîs Baluken balkişand ser şîdeta ser penaberên Sûriyeyê û got: “li gorî daneyên NY’ê di pêvajoya pevçûna 3 salî de 100 hezar mirov rastî îşkenceyê hatin û hezaran jin rastî tecawizê hatin. Di sektora fuhuş û zewacên ne fermî de jin rastî îstîsmara zayendî tên."
Parlamenterê Çewlîkê Îdrîs Baluken der barê şîdeta zayendî ya ser penberên jin yên Sûiryeyî lêkolîna meclisê xwest û wiha got: “Li Sûriyeyê di nava şerê naxweyî de ya sê salan de 2,5 mîlyon Sûriyeyî koç kirine. Li gorî daneyên NY’ê di vê pêvajoyê de 120 hezar mirov hatin qetilkirin û 120 hezar mirov hatin qetilkirin û bi 100 hezaran kes rastî îşkence û tecawîzê hatine."
‘Li Tirkiyê 220 hezar penaber dijîn’
Îdrîs daneyên AFAD’ê jî parve kir û wiha domand: “Li Tirkiyeyê li 22 navendên starbûna demborî 220 hezar penaber dijîn. Ji vana 107 hezar ji jinan pêk tên. Hejmara jinê temenê wan di ser 18’î de 50 hezarî derbas dikin. piraniya van jinan hevserê xwe di şer de wenda kirine. li gorî daneyan hejmar apenaberên li derveyê kampan dijîn 667 hezare."
Koordînatoriya koma Xebatê ya Jinan a Mazlum Derê trajediya jinên penaber yên Sûriyeyê jiyane bi raporeke 52 rupelî ji rayagiştî re parve kir.
Weke di raporê de hatiye diyarkirin ku li gorî daneyên BMMYK û Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de di 22 kampan de 22 hezar penaber û li derveyê kampê jî 600 hezar paneber dijîn û hejmar bûye 800 hezarî. Ji sedî 80 jin û zarokin û tê gotin ku hejmar mîlyonekî derbas bike.
îstîsmara zayendî, starbûn û xwedîbûn
Îdrîs da zanîn ku penaber bi pirsgirêkên girîng yên cidî yên wekê starbûn, tenduristî, xwedbûn, xizmetên piştgiriyê ya psîkolojîk û civakî, perwerdehî rû bi rûne û her wiha di sektura fuhuş û zewacên ne fermî de tacîz û îstîsmar tê kirin.
Îdrîs diyar kir ku divê der barê şîdeta zayendî yali ser jinê ku wek sûcê şer tê qebûl kirin de lêkolîn meclisê bê kirin.
(zt)
