Yekîriya Star bernameya çalakiyên xwe yên mehekê diyar kir

16:47

JINHA


EFRÎN– Rêxistina Yekîtiya Star a herêma Efrînê bernameya xwe ya rêzeçalakiyên ji bo piştgiriya hemleya ku Koma Jinên Bilind di bin durişmeya “Jin ji bo Azadiya xwe û Rêberê xwe di Çalakiyandenin” de dayîn despêkirin civînek li dar xistin.


Di civînê de piştî nirxandina rewşa rêxistinê li hemû navçeyên herêma Efrînê, Rêxistina Yekîtiya Star bernameya xwe ya rêzeçalakiyan ên di vê mehê de ji bo piştgiriya hemleya ku Koma Jinên Bilind di bin durişmeya “Jin ji bo azadiya xwe û rêberê xwe di Çalakiyan denin” eşkere kirin.


Bernameya rêzeçalakiyan wiha ye:


“6’ê Hizêranê : Saziya Zimanê Kurdî (SZK) dê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajar û hemû navçeyên herêmê bixwîne.


7’ê Hizêranê : Saziya Zimanê Kurdî (SZK) dê civînekê li dar bixe.


7’ê Hizêranê : Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Bilbilê tê vekirin.


8-9’ê Hizêranê : Tevgera Jinên Ciwan li bajarê Efrînê û navçeya Cindirêsê civînan li dar dixe.


10’ê Hizêranê : Navenda Çand û Hunerê pêşangehekê ji wêneyên berxwedana şehîdên girtîgehan vedike.


11’ê Hizêranê : Desteya Jinan serdana meclîsên jinan ên navçeyan dike.


11’ê Hizêranê : Dewreyeke perwerdeyê di Akademya Star a Fikr de dest pê dike.


13’ê Hizêranê : Perwerdeyeke ji bo meclîsên jinan dest pê dike.


14’ê Hizêranê : Bîranîna herdu têkoşeran Sema û Zîlan.


14-15-16’ê Hizêranê : Saziya Zimanê Kurdî (SZK) dê semîner, pêşandana belgefilman derbarê kurtejiyana Şehîd Bêrîtan, Heyat Sûreya.


15’ê Hizêranê : Perwerdeya Asayîşa Jinan di Akademiya Star a Fikir de.


17’ê Hizêranê : Civîna meclîsên jinan ên 6 mehan.


19’ê Hizêranê : Konferansa Tevgera Jinên Ciwan.


25’ê Hizêranê : Şahî bi boneya cejna zarokan.


30’ê Hizêranê : Ji bo bîranîna herdu têkoşeran Sema û Zîlan meşek dê bête lidarxistin.”


(zt)