Partiya Kedê ji bo piştevaniya Rojava û Lîcê meşî
17:25
JINHA
AMED – Li Amedê ji aliyê Patriya Kedê ve bi boneya şermezar kirina qetilkirina zarokên Rojava û piştevaniya berdewam kirina berxwedana Lîcê ya di roja 14’an de li dijî çêkirina qereqol û kalekolan meşek li darxistin. Piştî meşê ser navê Partiya Kedê Merwan Yildiz axivî. Merwan di despêka axaftina xwe de berxwedana Rojava, Lîce, Farqîn û Geverê selam kir û diyar kir ku ew dê her dem piştevaniya berxwedana wan bikin û dê tekoşîna xwe bilind bikin.
Li Amedê ji aliyê Patriya Kedê ve bi boneya şermezar kirina qetilkirina zarokên Rojava û piştevaniya berdewam kirina berxwedana Lîcê ya di roja 14’an de li dijî çêkirina qereqol û kalekolan meşek li darxistin. Meşê ji ser çaryana Rezan despêkir û li ber Parka Koşuyoluyê bi dawî bû. Rêveberên navend û navçeyên BDP’ê, rêveberên MEYA-DER’ê, sendîka û rêxistinên saziyên sivîl jî din av de bi hezaran welatî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankartên weke “Ji berxwedana Lîce û Rojava re silav. Emê aştiyê avabikin û qereqolan hilweşînin” vekirin. Di meşê de dem dem dengê duruşmên weke “Her der berxwedan herder Lîceye”, “Bijî Berxwedana YPG’ê”, “Selam selam ji Îmralî re hezar selam”, “Raperîna Lîcê silave ji bo Rojava” û “Deşta Lîcê hêlîna Apocuyane” hatin bilind kirin.
‘Li hemberî amadekariyê şer derketin erkekî miroviye’
Meşa kul i ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê meş bi dawîbû û daxuyanî hat xwendin. Li ser navê Partiya Kedê Merwan Yildiz daxuyanî xwend. Merwan balkişand ser pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin û wiha got: “Bi destê çeteyên AKP’ê li Rojava ser gel komkujî tên kirin. Li hemberî van qirkirinan li Tirkiyê bêdengbûna hemû kesîman mirovan dide fikirandin. Em weke Partiya kedê berxwedana Rojava, Gever, Lîce û Ferqînêne silav dikin û em carekedinê li vêderê didin diyara kirin ku emê her demê pişktevaniya wan bikin.”
Piştî axaftinan girse bi durşmeyan belavbû
(zt)

