Din ava Karnevala de çanda kurdî tê nîşandan
10:36
JINHA
BERLÎN – Karnevala bi salane li Berlînê tê sazkirin, bi beşdariya 188 netewe û miletên cîhanê yên li wî bajarî jiyan dikin tê li darxistin. Reng, deng, mûzîk, stran, kinc, dans û xwarinên xwe pêşkêş dikin. Ji sala 1995’an ve karnaval berdewam dike. Bi salane grûba Kurdan 'Koma Dîlan' têde cî digire. Li wê hunermend û zimanzanê kurd Ciwan Tengezar tevî Koma Adar di demjimêra yekem a bernameya roja yekê de beşdar bûn. Mûzîk û stranên Kurdî pêşkêşî amadevanên ji hemî netew û miletên cîhanê û ji wan jî hejmareka berçav a Kurdên daniştwanên Berlînê kirin.
Karnevala ya ku bi salane çandên cuda nîşan dide dest bi bernameyên xwe ên vê salê kir. Ev 19 salin ev bername tê lidarxistin. Karnevala bi salane li Berlînê tê sazkirin, bi beşdariya 188 netewe û miletên cîhanê yên li wî bajarî jiyan dikin tê li darxistin. Reng, deng, mûzîk, stran, kinc, dans û xwarinên xwe pêşkêş dikin. Ji sala 1995’an ve karnaval berdewam dike. Bi salane grûba Kurdan 'Koma Dîlan' têde cî digire. Bi dehan ciwan û xortên Kurd bi cil û bergên herêmên cuda yên Kurdistanê, mûzîka resen beşdarî dibin û Ala Kurdistanê bilind dikin.
Duh êvarî Karneval ê despêkir û dê 3 rojan berdewam bike. Li wê hunermend û zimanzanê kurd Ciwan Tengezar tevî Koma Adar di demjimêra yekem a bernameya roja yekê de beşdar bûn. Mûzîk û stranên Kurdî pêşkêşî amadevanên ji hemî netew û miletên cîhanê û ji wan jî hejmareka berçav a Kurdên daniştwanên Berlînê kirin.
‘Em hêvîdarin kum e karîbe li karnevala yê nûnertiya gelê kurd bibin’
Hunermend Ciwan Tengezar got: “Em tevî grûba xwe Adar li sernavê Kurdan beşdarî bernameyê bûne û me stranên resen ên Kurdî ji hemû herêman gotin. Em hêvîdarin weke kom me karîbe nûnertiya gelê Kurd di karnavalê de bikin.”
Îro jî karnevala bi bernameyên xwe berdewame. Sibe ku wek roja mezin tê binavkirin, wê bi şêwazê meşê grûb li pey grûban biherikin navenda bajêr. Ji ên Kurdan jî wek her sal Koma Dîlan pêşengiyê dike. Kurdên têde beşdar jî ji hemu aliyên Kurdistanê ne, mûzîk û kinc jî ji hemî herêman in. Zêdeyî yek milyon mirov ji seranserî cîhanê tên Berlînê û beşdarî Karnevala Kulturan dibin.
(zt)

