Tovê ku Leyla Bedirxan avêtî di kesayeta Saryayan de şînbû
10:42
Zehra DOGAN / JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Leyla Bedirxan dilê xwe bi muzîka kurdî re kiriye yek û bûye sedema serhildêrbûna jinên kurd di dansê de. Di sala 1986’an de Leyla bi kîlometreyan ji welatê xwe dur çavên xwe li jiyanê girtiye. Wê tovê berxwedanê di dikên dîrokê de çand. Ji ber wê dizanî dê rojekê Sarya çavên xwe li cîhanê veke û kevneşopiya wê ya dansê bidomîne…
Gelo hun fikirîne çima kurd ewqas girêdayî dîlanê ne? Çima weqas zu destê hev digirin di wan demên dîlanê de şanazî û êşên xwe bi hev re dijîn? Bi dîmenên govenda xwe jiyana komunê ya herî bi wate dijîn. Bi wan dîmenan berxwedana xwe ya ku bi ziman nayê gotin didin nîşandan. Leyla Bedirxan jinek ya gelek wihaye… Bedirxaniyan di dikên dîrokê de li hemberî zaliman alaya xwe li lutkeyên herî bilind danîne. Leyla jî di aliyê hunerê de bi reqsa xweya nimûneyî li ser balayên hunerê derxistiye asta herî bilind. Bedirxanî çune kîjan aliyê cîhanê ziman û wêjeya kurdî parastine. Malbata Bedirxaniyan di huner û siyasetê de tekoşîna hebûna gelê kurd dane. Bedirxanî çune li ku ew dilê xweyê mezin ji Kurdistanê birine li wan cihan jî berxwedan xwe domandine û hînî zarokên xwe jî kirine. Balerîna Kurd Leyla Bedirxan li kevneşopiya berxwedanê ya malbata xwe xwedî derketiye.
Alaya Bedirxaniyan derbazî dikê kiriye
Leyla Bedirxan ya ku jiyana wê ji tekoşîna Kurdan dagirtî û weke “prensesa kurd” tê nasîn di sala 1908’ê de li Stenbolê hatiye dinê. Leyla keça dayîkek ermeniya bi navê Henriette Hornik û bavek ji mala Bedirxaniyan bi navê Abdurrezak Bedirxane. Li gel malbata xwe neçarî koçberiyê bû û koçî Misrê kirin. Piştî mirina bavê xwe li Viyanayê dest bi perwerdeya dansê kir. Li ber Operaya Viyanayê derdiket dikê. Leyla berxwedana kurdan bi hunerê sentez kiriye. Leyla li her derê bi nasnameya xwe ya kurdbûnê xwe dida nasîn. Her çendî ku Leyla ji aliyê kurdan ve rastî eleqeyek baş ne dihat jî, cardin li her cihên ku hunera xwe ya dansê pêşkêş kiriye weke jineke kurd xwe daye nasîn û tekoşîna nasnameya xwe berdewam kiriye. Leyla din ava bi dehan mêran de li Ewerupa jina tenê bû ku tekoşîna xwe berdewam dikir.
Bi hunera xwe li hemû Ewrupayê kurd dida nasîn
Leyla di sala 1925’an de di asta herî bilind de hunera xwe daye nîşandan û dikên dansê vegerandiye dikên berxwedanê. Leyla ji bo yên ew û nalbata wê ser axa wan koçberkirine peyamên weke “Tekoşîn tenê ne ser axa ayîdê mirovane tê kirin. Mirov bi nasnameya xwe ya tekoşînê dikare her derê vegerîne qadên azadiyê.” Leyla jina Rojhilata Navîn ya ku bi dansê serîhildaye. Ev jina ku ji nedîtî ve lê hatiye nêrîn li Fransa, Îsvîçre, Almanya, Îtalya, Îspanya, Belçîka û Emerîka derketiye dikê û weke serolê sereke xebitiye. Ji ber wê jî li hemberî bi navê ereb hatina nasîn qêr dike û dibêje “Ez jinek kurdim”… Ji ber dozek ya wê hebû û wê dixwest bi hunera xwe ya dansê tekoşîna xwe berdewam bike. Ji ber wê jî deskeftî û serkeftinên malbata xwe ya kul i sirgunê jî tekoşîna xwe berdewam kirine qet ne dipejirand weke malê ereban bê dîtin.
Leyla êdî di manşeta de weke kurd hat naskirin
Armanca Leyla ya sereke bi hunera xwe kurdan li welatên Ewrupayê bi de nasînbû. Bê guman Leyla vê daxwaza xwe anî cîh. Di sala 1935’an de Leyla li ser dika baleyê ya Centre Marselin Berthelot Paris ê bi darhinêriya Maurice Naggiar 5 piyeste leyîst. Di 24’ê hezîranê de jî salonek bi nav û deng ya parîsê de Lagrand Salle Leyla Bedirxan di bin darhinêriya Maurice Naggiar û bi pyanoya Iren Aitoff de derket dikê. Leyla di baleyê de gelek bi serket û çapemeniya Parîsê jî cihekî giring dan wê. Di çapeneniyên Ewrupayê de weke “Şehzadeya Kurd”, “Prensesa Kurd” û “Hunermenda bale yê ya Kurd” hat nav kirin û di manşetên çapemeniyan de cîh girt.
‘Sitirana eşqê ya çolê yan jî guherînek ayînî…’
Di çapemeniya Ewrupayê de Profesor R. Fath di Rojnameya Lausanne de Leyla weke “Ya k udi çîrokek rojhilata dur de hatî dunyayê, keça Salome, xwişka Şehrazat, sitêra ku cihê xwe guhertî, sultana pêşandayî hatiye gel me. Gelo goşt ji hestî veqetiyaye yan jî pirensek xeyaliye dans dike? Weke biruskek ji agir vede û paşê jî vemire. Sitiranek eşqê ya çolê yan jî guherînek ayînî.” Kont Robert Beauplan jî ji bo Leyla wiha dibêje “Prensa ciwana kurd Leyla Bedirxan. Weke çavên dibiriqin. Weke komên sitêran yên nava sarayê û berên bi nirx dibiriqe. Li ber lorînên ji nava levtadan derdikeve dans dike. Ew lingên wê yên bedew û sipî dişibe barîna berfê û roniya heyîvê. Dibeku heyîv jî li esmanan rawestaye û li bedewiya wê dinêre.”
Jina bedew û bi huner li ber lorîna sitiranên bi zimanê wê hatîn honandin dans dikir. Dilê Leyla bi muzîka kurdî re lê dixist. Weke serkeftina xwe ya hunerê muzîka kurdî jî di dikên hunerê yên ewrupayê de dida nasîn.
Di dikên hunerê de berxwedana jinan dida nasîn
Leyla di sala 1986’an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da. Her çendî ku ji ber hişmendiya deshilat ya demê ji axa xwe dur jiyan kir. Ji axa xwe bi milyonan kîlometre dur bi rehetî çavên xwe li jiyan girt. Ji ber wê tovê berxwedan û hunera jinên kurd li dikên hunerê çand. Di zanî dê rojekê şîn bibe di kesayeta Sarya de jinên kurd wê çandê bidin jiyandin...
(zt)

