Gewhertac Sedirî Qazî di temenê 92 salî de çavên xwe li jiyanê girt

11:26

JINHA


MUHABAD - Gewhertac Sedirî Qazî ku bi navê Xanima Xanim di hat naskirin duh çavên xwe li jiyanê girt û ji nava me barkir. Gewhertac Sedirî Qazî ji malbata Qazi ya k udi dîtokê de ji bo kurdbûn û doza kurdî gelek merxwedaniyên mezin kirine ye. Gewhertac di temenê 92 salî de, li bajarê Mihebadê çavên xwe li jiyanê girt.


Jina kurd ya ku ji gelek serhildan, raperîn, koç û koçberiyên kurdan re şahidî kirî Gewhertac Sedirî Qazî ku bi navê Xanima Xanim di hat naskirin duh çavên xwe li jiyanê girt û ji nava me barkir. Gewhertac Sedirî Qazî keçka mezin Sedrî Qazî, hevsera Dr. Rehîmî Seyfî Qazî û dayîk kak Hesen Qazî bû. Gewhertac din ava malbatek mezin de mezin bû. Hemû jiyana xwe li ber tekoşîna kurdîtî û welatê xwe de da. Gewhertac Sedirî Qazî jina kurd ya serhildêr ji malbata Qaziyan ya k udi dîroka Kuradistanê de cara yekem Komara Mihabadê avakirine û tevahî jiyana xwe di ber doza kurdî de dane ye.


Di temenê 92 salî de, li bajarê Mihebadê çavên xwe li jiyanê girt. Li Muhabadê ji bo Gewhertac malbata Qazî sersaxî danîne û li wê sersaxî tên kirin.


(zt)