Ji Wezîr gotinên şaşwaz: Tecawîz carnan rastin!

12:44

JINHA


HİNDİSTAN – Li hindistanê ya ku bûyerên tecawîzê li wê pir derdikevin, dema ku Serkwezîrê Karê Hindir bi gotinên pişgiriya tecawîzê kir rastî bertekên gel hat.


Serkwezîrê Karê Hindir yê Herêma Medya Pradeş ya Hindistanê Babubal Gaur ji bo tecawîzê got: “Ev sucek civaki yê navbera jin û mêran dene. Hinek rast û hinek jî şaşin. Heger şikayet neyên kirin tuştek nikare bê kirin.” Li Hindistanê di van demên dawî de zêdebûna tecawîzê û bi tayîbetî jî  tecawîzkirina du keçan û bi darê ve hilawistina wan protestoyên tecawîzê ji nû ve despêkirin.


 (zt)