Li Hatayê 45 sal ceza hat dayîna tacizcî
13:10
JINHA
HATAY – Ozan Ozdemir yê ku 2 zarokên keç tecawîz kirî ji derve dihat darezandin. Ji doza dihat darezandin 45 sal ceza girt û dema ku cezayê wî hat erê kirin li Edeneyê di mala xwe de razayî hat girtin.
Hat zanîn ku Ozan Ozdemir yê 31 salî li navçeya Îskenderunê ya Hatayê îstismara zayendî li 2 zarokên keç kiribû. Di sala 2010’an de 2 zarokên keç yên temenê wan 9 salî xapandibû biribû cihê înşihatê , li wê dest û devê wan girtibû û îstismara zayendî li wan kiribû. Ji zarokan re jî gotibû “Hun vê bûyerê ji hinekan re bêjin ezê we bikujim.” Zarokan bûyer ji malbatên xwe re gotin û li ser wê doz li bersuc hat vekirin. Ji dozê 45 sal 8 meh û 22 roj ceza girtibû. Dema ku cezayê wî hat erê kirin li Edeneyê di mala xwe de razayî hat girtin.
Li ser wî 5 dozên din yên tacîzê hene!
Ozan Ozdemir yê ku 2 zarokên keç tecawîz kirî li Dadgeha Cezayê Giran ya Îskenderunê hat darezandin û de dozê de 45 sal 8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê girt. Ji derveyî dozê li ser wî 5 dozên dinê yên tacîzê hene. Li ser dozê biryara girtina wî hat dayîn. Li Edeneyê di mala xwe de razayî hat girtin.
(zt)

