‘Tekoşîna jinên kurd ereb û suriyanî riya azadiya jinan vekiriye’
13:32
JINHA
QAMIŞLO- Yekîtiya Jinên Suriyanî li taxa Wista ya bajarê Qamişlo, buroyek xwe bi marasîmekê vekir.Rêvebera Şaxa Yekîtiya Sûryaniyan a bajarê Qamişlo Nezîra Goriyê axivî û got: “tekoşîna hevbeş di navbera jinên kurd, ereb û suriyan de riya azadiya jinan vekiriye.”
Di marasîmê de Cîgira Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Elîzabêt Goriyê, Serokê Desteya Mafê Mirovan Senherîb Bersom, Serokê Desteya Rêveberiyên herêmê û Şaredariyan Ebdulmesîh Cogir, Seroka Desteya Jinan Emîna Umer, nûnerên Rêxistina Yekîtiya Star û nûnerên Rêxistina Jinan a PYD’ê, amade bûn.
Marasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Seroka Yekîtiya Suryaniyan Şamîram Şemiûn derbarê rola jinên suriyanî di avakirina civakê de axivî. Paşê Rêvebera Şaxa Yekîtiya Sûryaniyan a bajarê Qamişlo Nezîra Goriyê axivî û got: “tekoşîna hevbeş di navbera jinên kurd, ereb û suriyan de riya azadiya jinan vekiriye”.
Di dawiya marasîmê de koma foklorê ya Ramîta ya zarokan derketin dikê û hinek dîlanên kurdî pêşkêş kirin. Piştî koma zarokan merasîm bi dawîbû.
(zt)
