Li Stenbolê banga êrîşkirina meşa jinan!

13:47

JINHA


STENBOL - Ji  bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro wê ji aliyê DOKH'ê meşek were lidarxistin. Beriya  meşê jî komek bi navê 'Bozkurttên Başbug' li ser facebookê banga êrîşê nijadperestî kirin. Parvekirinên komê ku kiribun jî cihê meşê ku destpê dike Şîşlî û bang kirin ku werin Şîşliyê.


Parvekirinên ku di bin bangê de cîh digirin jî, wekî nivîsên "Gotin ji bo memleket xwîn pêwîste emê biçin xwîn birêjînin, gotin can pêwîste, emê biçin canê xwe bidin" hatibîn nivîsandin.


Hefteya berê jî ji bo azadiya Ocalan li Gaziosmanpaşa standa imzeyan komeki êrîşê çekdari pêk anibûn û kesekî bi giran bi giştî 4 kes birîndar bubu.


(zt)