DAIŞ’ê bi ser zanîngha Enbarê ya Rumadî de girtin

14:11

JINHA


MUSIL - Şer û pevçûnên giran di navbera Artêşa Iraqê û DÎAŞ’ê de li parêzeghên Mûsil û Enbarê derketin û çekdarên DAÎŞ’ê bi ser zanîngeha Enbarê de girtin û xwendekar û mamosteyên wê êsîr kirin.


Îro, Şemiyê, çekdarên Rêxistina Dewleta Îslmaî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) bi ser zanîngha Enbarê ya li bajarê Rumadî de girtin, zêrevanên wê kuştin û hejmarek ji xwendekar û mamosteyên wê jî dîl girtin. Li gor çavkaniyên ewlekariyê, DAÎŞ’ê niha zanîngeh xistiye bin kontrola xwe û pira ku tê zanîngehê jî bi otomobîleke bombekirî girtiye û jiyana xwendekar û mamosteyên wê zanîngehê di metirsiyê de ye.


Di heman demê de li bajarê Mûsilê jî, şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên DAÎŞ û artêşa Iraqê de li taxên Yermûk, 17’ê temûz, Qahîre û Întîsar de derketin. Di encam de çekdarên DAÎŞ’ê dest danîn ser 2 taxên bajarê Mûsilê û piraniya rêyên bajêr kontrol dikin, herwiha hejmareke zêde ji malbatên Kurd û Ereb ên taxên bajarê Mûsilê dev ji mal û milkên xwe berdan û ji bajar reviyan, piraniya wan jî hatin Herêma Kurdistanê.


Ev şer û pevçûnên giran di navbera DAÎŞ û Artêşa Iraqê de artêşa Iraqê bi rêya balafirên şer êrîşî çekdarên ku dest danîbûn ser çend taxên bajarê Samerayê kir û ew tax ji bin kontrola wan derxistin, li gor daxwiyaniya artêşa İraqê  jî hejmareke zêde ji çekdarên DAÎŞ’ê li Samerayê hatin kuştin.


(zt)