Ji Mnanehîmê silav ji bo berxwedana Parqa Gezî, Lîcê û Meskanê
15:28
JINHA
MNANEHÎM - Li bajarê Mnanehîmê yê Elmanya mîtingek hat li darxistin. Di mitîngê de peyamên piştgiriya ji bo berxwedana Parqa Gezî, Lîcê û Meskanê hatin dayîn. Di mitîngê de Cano Yildiz peyam xwend xwend. Di peyamê de berxwedan hatin silav kirin û hat gotin ku: “Em xwedî li berxwedana Rojava, Taksîm, Lîcê û Meskanê derdikevin.”
Ji bo mîtinga ku ji aliyê Yekitiya Hêza Demokratîk ya dibin Navenda Civaka Kurd a Ludwîgshafen/Mannheîmê, MLP-D, ATIF, AGIF, DÎDF, ADHK û ODP ve hat li darxistin, ji navenda bajêr heya Markplatzê meş hat li darxistin. Mîting roja Înê saet 18.00’ê şevê hat li darxistin de birûşmeyên “Hemû der Taksîm, hemû der Rojava- Hemû der berxwedan” hatin qêrkirin, destpê kir.
‘Em xwedî li berxwedana Rojava, Taksîm, Lîcê û Meskanê derdikevin’
Piştî meşê di mîtinga hat kirin de li ser navê saziyên organîzator daxuyanî hatin dayîn. Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Ludwîgshafen/Mannheîmê peyama ku hat amade kirin Cano Yildiz xwend. Di peyamê de berxwedan hatin silav kirin û hat gotin ku: “Em xwedî li berxwedana Rojava, Taksîm, Lîcê û Meskanê derdikevin.” Komeleyê da diyar kirin ku ev berxwedan mafekî xwezayî ne û li AKP’ê banga ku dest ji polîtikayên xwe yên ne çareserî û zextê berde hatin kirin.
Di mîtingê de hunermendê Rojavayî Bengî Agirî derket ser dike û kêliyên bi coş hatin jiyîn. Hunermendê mûzîka gel, nivîskar û siyasedmedar Pinar Aydinlar jî tevlî mîtingê bû û axaftinek kir. Aydinlar berxwedana Gezî, Rojava û Lîcê silav kir û piştre dest bi mûzîkê kir.
Mîting bi qêrkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “bijî biratiya gelan” di saet 20.30’an de bi dawî bû.
(zt)
