Zarokên wendayan hesabê wendakirina bavê xwe pirsîn!
16:07
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Êlih û Geverê ji aliyê ÎHD û xizmên windayan ve çalakiya heftane ya xizmên wendayan hat li darxistin. Di hefteya 278'emîn de xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn. Li Geverê jî zarokên wendayan aqubeta bavên xwe pirsîn.
AMED
Di pêşengiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên wendayan ve, bi dirûşma 'Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin' di hefteya 278'emîn de aqûbeta windayan pirsîn û xwestin. Çalakî li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu yê hat li darxistin. Rêvebirên ÎHD'ê, dayikên aştiyê, xizmên windayan, nûnerên MEYA-DER, Platforma Şaxên KESK'ê, MAZLUM-DER, Tum Bel-Sen û gelek welatiyan piştgirî dan çalakiyê. Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku dewlet, cihê gora kesên ku hatine windakirin dizane, lê vedişêre û got: “Dewlet kiryaran diparêze. Heta kujer neyên darizandin û aştiyeke bi rûmet pêk neyê emê çalakiyên xwe bidomînin.”
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Înan ê ku di 28'ê sibata 1994'an de li Sêrtê hat windakirin, hat vegotin. Sekreterê ÎHD'a Amedê Abdulselam Înceoren çîroka Înan xwend û diyar kir ku beriya Înan bê windakirin 3 caran hatiye binçavkirin, di meha sibatê de careke din tê binçavkirin û careke din agahî ji wî nayê girtin. Înceoren diyar kir ku bavê Înan, Alî Înan serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê û Fermandariya Tugayê dide, lê heta niha malbatê tu agahî bi dest nexistiye.
Piştî vegotina çîroka Înan 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
ÊLIH
Li Êlihê çalakiya windayan, di hefteya 278'emîn de li Kolana Gulistanê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê hat lidarxistin. Xizmên windayan, KURDÎ-DER, MEYA-DER, Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civakî piştgirî dan çalakiyê. Serokê ÎHD'a Êlihê Mehmet Bagatir axivî û got: “Divê beriya ku dem derbas bibe, di der barê bûyeran de lêpirsîn bê destpêkirin.”
Mehmet da zanîn ku peywira dewletê ew e ku mirovan biparêze lê dewlet vê yekê pêk nayne û dosyayên windayan ji bo demboriyê nayên destgirtin. Mehmet balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest girtiyên nexweş serbest bên berdan.
Dayika belavkariyê rojnameya Ozgur Ulke Îsmaîl Agaya ku 20 sal berê hat windakirin, Mufîde Agaya axivî û wiha got: "Kurê min ji aliyê dewletê ve hat windakirin. Ez kurê xwe dixwazim. Heta ez bijîm ez ê hestiyê kurê xwe ji dewletê bixwazim. Em êdî aştiyê dixwazin."
Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî Rêveberên ÎHD’ê û xizmên wendayan bi boneya di cînayetên “faîlên nediyar” de faîl bên dîtin û kiryar bên darezandin li Kolana Hunerê daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de rêvebirên Navçeya BDP’ê ya Geverê, Serokê Baruya Colemêrgê Muhîttîn Gungor û gelek welatî amadebûn. Di daxuyaniyê de wêneyên wendayan hatibûn hildan. Di daxuyaniyê de lawê Abdullah Canan yê k udi 17’ê çileya sala 1996’an de hatî wendakirin Endamê ÎHD’ê Tayyîp Canan diyar kir ku qatîlê bavê wî Mehmed Emîn Yurdakul ye û got: “Çawa me qatîlê bavê xwe ji bîr nekiriye, bi wî awayî em Savaş Buldan, Hacî Karay û Adnan Yildirim yên k udi sala 1994’an de li Sakaryayê bi îskenceyê hatin qetilkirin jî bi bîrtînin. Li hemrêmê dosyeyên bi hezaran kesên bi îskencê hatine qetilkirin, mirovên ku ewqas îskenceyên xirab dîtine, dema ku mirov qal dike royê mirovan sor dibe li benêne ku demê wan biqede. Em faîlên kiryarnediyar sucê mirovahiyê dibînin û heta bersucên wan dernekevin pêşberî darazê emê li qadanbin.”
‘Qatîlê bavê min li Wanê di gere’
Lawê H. Kadir Keremoglu yê k udi 14’ê Nîsana sala 1995’an de li Wanê hatî girtin û carekedinê xeber jê nehatî girtin Bahattîn Keremoglu jî çîroka wendakirina bavê xwe wiha vegot: “Di 14’ê Nîsana sala 1995’an de dema ku bavê min ji bo nimêjê çu mizgeftê ji aliyê çeteyên dewletê ve hat revandin. Li gorî lêkolînên kum e kirin bavê min ji aliyê endamê JITEM’ê Şêxmus Durak ve hatiye revandin.”
Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
(zt)

