‘Di van 3 mehên dawî de 83 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin’

16:21

JINHA


STENBOL - Komîsyona Mafên Jinan ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê rapora xwe ya têkildarî tundiya li hemberî jinan aşkera kir. ÎHD'ê diyar kir ku di nava 3 mehên dawî de 83 jin hatine qetilkirin, 117 jin hatine birîndarkirin û 26 jin jî rastî tecawizê hatine. 


Komîsyona Mafên Jinan ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê rapora xwe ya têkildarî tundiya li hemberî jinan li ber Lîseya Galatasarê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Endamên ÎHD'ê yên jin, pankarta "Qetliyamên jinan polîtîk in, bila hesab bê pirsîn" vekirin û diruşmên "Jin jiyan azadî" û "Qetliyamên jinan polîtîk in" berz kirin. 


Endama Komîsyona Mafên Jinan ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Muruvet Yilmaz ku rapor aşkera kir, diyar kir ku mafê jiyanê di Beyanameya Mafê Jinan de wekî mafekî jêneveger hatiye diyarkirin û got ku rapora li gorî daneyên 3 mehên dawî hatiye amadekirin jî dide nişandan ku qetliyamen jinan bi avayekî sîstematîk pêk tên. Yilmaz, bûyera Saada Darwîch a Rojavayî ku li ser sînorê Rojava ji aliyê leşkerên tirk ve hatibû qetilkirin, bi bîranî û wiha axivî: "Dewlet bi pişgiriya xwe ya ji çeteyên El Nusra û çeteyên din jinan dike hedef û bi vî awayî piştgiriyê dide qetliyamên jinan."


Yilmaz, piştî axaftinê daneyên têkildarî qetliyamên jinan yên 3 mehên dawî parve kir. Yilmaz wiha got: "Di nava van 3 mehên dawî de 83 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin. Dîsa 117 jin rastî êrîşê hatine û birîndar bûne. 26 jin jî rastî tecawizê hatine."


Yilmaz, da zanîn ku ev qetliyam ji aliyê zilamên ku nêzî jinan in pêk tên û ji hikûmetê daxwaz kir ku li hemberî vê tedbîrên pêwîst bigire. 


(zt)