Li Şîşliyê meşa DOKH’ê rastî astengiya polîsan hat!

16:36

JINHA


STENBOL - Ji  bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  ji aliyê DOKH'ê ve li Şîşliyê meşek hat lidarxistin. Lê meş rastî astengiya polîsan hat. Jinan bi çalakiya runiştinê helwesta polîsan protesto kir.


Li Şîşliya Stenbolê ji  bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  ji aliyê DOKH'ê ve meşek hat lidarxistin. Di meşê de Dayîkên Şemiyê, Dayîkên Aştiyê, Meclisa Jinên BDP’ê jî  di nav de gelek jin amadebûn. Lê meş rastî astengiya polîsan hat. Jinan bi çalakiya runiştinê helwesta polîsan protesto kir. Di çalakiya runiştinê de jinan duruşmên girêdayî  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qêriyan. Du kesên nijadperest dema ku xwestin êrîşî çalakvanan bikin, ji aliyê polîsan ve hatin dur xistin. Li qadê gelek polîs û wesayîtên zirxî hene û rageşî berdewame.


 


 (zt)