Dê li Efrînê berhemê hunermendên girtî bên nîşandan

17:19

JINHA


EFRÎN- Dê ji aliyê  Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê ve pêşangehek ya hunerê nîşan binin. Berhemên di pêşangehê de bên pêşandan jî berhemên hunermendên girtî li girtîgehên tirkîdene.


Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê dê roja Sêşemê saet di 16.00’an de li navenda Çand û Hunerê pêşangeheke hunerî bi navê "Guldestek ji girtîgeha Sîncanê" li dar bixin. Berhemên huneri yên  bên pêşkêş kirin jî berhemê hunermendên kurd ên girtî li girtîgehên Dewleta Tirk de nin.


Tê payîn ku wêne û şêwekariyên 5 hunermendên kurd ên di girtîgeha Sîncan a li bajarê Enqerayê ya Turkî dene bên pêşandan.


(zt)