Ji Şaxê ji bo xweseriya Rojava silav

17:29

JINHA


WAN  - Muxaleya tund a li hember çalakiya nobetê ya li Şaxê, li herêma çalakiyê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Piştî meşê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah axivî û wiha got: "Çend roj berê, ji bo mezinkirina hêviyên aştiyê me kon veda, leşker û polîsan êrîşî kon kirin. Leşker û polîsan guleyên rast bi kar anîn û bi hovane êrîş kirin."
Li navçeya Şaxê ya Wanê, li hember 4 qereqolên ku tên çêkirin, 3'ê hezîranê li herêma Xumarê çalakiya nobetê hat destpêkirin. Duh saetên serê sibê leşker û polîsan bi tundî mudaxaleyî çalakiya gel kirin. Mudaxaleya tund ya polîs û leşkeran li herêma çalakiyê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Li qada ku kon hatiye vedan pankarta; "Em xweseriya Rojava silav dikin" hat vekirin û dîrûşmên; "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" hatin berzkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û Bekîr Kaya, 11 hevşaredarên BDP'î û endamê Meclisa Partiyê ya BDP'ê Ramazan Yildiz û bi sedan welatî beşdarî çalakiya şermezarkirinê bûn. 
‘Ev berxwedana gel dê mezintir bibe’


Piştî meşê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah axivî û wiha got: "Çend roj berê, ji bo mezinkirina hêviyên aştiyê me kon veda, leşker û polîsan êrîşî kon kirin. Leşker û polîsan guleyên rast bi kar anîn û bi hovane êrîş kirin." Musa da zanîn ku dewlet her tim bi gaz û çek êrîşî çalakiyên gelê kurd dike û wiha got: "Saetên serê sibê, polîs û leşkeran êrîşî welatiyan ku temenê wan dirêj e kirin. Em careke din dewletê hişyar dikin. Bila dev ji van kirinên ku pêvajoyê dixe xetereyê berdin. Nikarin paşve gav li me bidin avêtin. Ev berxwedana gel dê mezintir bibe."

Piştî axaftinan, çalakgeran demekê rê ji trafîkê re girtin û careke din heta konê berxwedanê meşiyan.


(zt)