Li Samsunê HDP yî rastî êrîşan hatin
17:38
JINHA
SAMSUNÊ - Li Samsunê HDPyiyên ku li dijî xebitîna Taşeron standa îmzeyan vekirine faşîstan êriş pêkanîn.
Li Semsunê li dijî endamên Partiya Demokratîka Gelan ku dijî xebitîna taşeronan standa îmzeyan danîne faşîstan êriş pêkanî. Li derdorê 20 HDP’yiyên ku li Caddeya Çiftlikê stant danîn, li ser daxwaza qedexerkirina xebitîna taşeronan îmza kom kirin. Di vê kêliyê de 3-4 kesên ku hatin standê, ziman dirêjî kirin. HDP’yiyan faşîst ji herêmê dûrxistin. Piştre li koma faşîstan a ku derdorê 50 kesî hatin, bi dar, kevir û aletên birînê ve êrişî HDP’yiyan kirin. Hat dîtin ku di destê faşîstan de çek jî hene. Bê ku gule bavêjin polîs hatin qadê. Lê polîs mudaxeley faşîstan nakin.
Êrişa faşîstan didome.
(zt)
