Di mudaxeleya Lîcê de Ramazan Baran jiyana xwe ji dest da
20:39
JINHA
AMED – Berxwedana Lîcê rastî mudaxeleya polîsan hat û di encamê de Ramazan Baran yê 24 salî jiyana xwe ji dest da. Ramazan Baran û birîndarên heyî ji cihê bûyerê bi balefirê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Li Gundê Çeper yê girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê û ser rêya bejayi ya navbera Lîce û Çewlikê de berxwedana welatiyan ya li dijî çêkirina qereqolan berdewam dikir. Her dem berxwedan rastî mudaxeleya leşker û polîsan tê. Di mudaxeleya vê êvarê de ciwanê bi navê Ramazan Baran yê 24 salî jiyana xwe ji dest da. Lig ora agahiyên hatin girtin Ramazan Baran ji bedena xwe 3 bule xwariye û bi wî awayî jiyana xwe ji dest daye. Hat zanîn k udi mudaxeleyê de welatiyek û leşkerek jî birîndarbûye. Ramazan Baran û birîndarên heyî ji cihê bûyerê bi balefirê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
(zt)

