Li Lîcê êrîş: 4 welatiya jiyana xwe ji dest dan û gelek birîndar hene
22:46
JINHA
AMED – Leşkeran êrîşî welatiyên li gundê Biryas ê navçeya Lîceyê kirin û 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Di mudaxeleyê de jina bi navê Yesîre Tutan, Ramazan Baran û 2 kesên navê wan nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran welatî ji ber bûyera hat jiyan kirin bi hêrs dibezin ber derê girtîgehê.
Li navçeya Lîceyê ya Amedê leşkaran bi guleyan êrîş li welatiyên bi rojanin li dijî çêkirina qereqol û qeleqolan û polîtîkayên AKP'ê yên li dijî çareseriyê çalakî li dar xistin, kir. Li gorî agahiyên Hevşaredarê Lîceyê Harun Erkuş dayîn di berxwedana gundê li Ziraxê yê navçeya Lîceyê de di encama êrîşa leşkeran de ciwanê bi navê Ramazan Baran, dayîka bi navê Yesîre Tutan ya 50 salî û 2 kesên navê wan nehatin zanîn jiyana xwe ji dest dan. Di encama êrîşê de ciwanê bi navê Abdullah Akkalu jî bi giranî birîndar bû. Cenazeyê Ramanzan Baran û ciwanê bi navê Ahmet Akkalu yê 19 salî anîn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Hate hînbûn ku li nexweşxaneyê doktoran mudaxele li Akkalu kirin û hate zanîn ku Akkalu ji stuyê xwe birîndar bûye.
Bi fenerên destan li herêmê digerin
Her çiqas tê gotin bûyer li gundê Ziraxê pêk hate, li gorî çavkaniyên herêmê bûyer li gundê Bîryas ê Lîceyê pêk hat. Di encama gulebaranê de welatî li qadê belav bûn. Leşkeran gule ser wan barandin û niha welatî din ava qadê de li yên jiyana xwe ji dest dayî û birîndaran digerin.
Gelek birîndaran tînin nixweşxanê
Piştî leşkerên welatî gulebaran kirin ji qadê hatin vekişandin ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
Ligel bûyerên li gundê Biryasê li herêma Çellîkê jî leşkeran bi dijwar êrîş li gel kir. Di encama êrîşê de 4 welatî birîndar bûn. Hate zanîn ku ji birîndaran Ahmet Arslan rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Tê gotin Ahmed li herêma Cellîkê birîndar bû.
Piştî bûyerê li ber derê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê bi hezaran welatî bi hêrs li benda agahiya birîndarên hindirê Nexweşxanêdene. Hat zanîn ku gelek birîndaran tînin nexweşxanê.
(zt)

