Her diçe beşderbûna cenazeyê Ramazan Baran zêde dibe
00:49
JINHA
AMED – Cenazeyê Ramazan Baran yê 24 salî ji aliyê welatiyan ve ji Morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê girtin. Bi hezaran welatiyan bi meşekê cenaze berbi taxa Fîskayeyê ve birin.
Ramazan Baran yê 24 salî k udi berxwedana navçeya Lîcê ya Amedê de bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ramazan ji aliyê welatiyan ve ji Morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê girtin. Bi hezaran welatiyan bi meşekê cenaze berbi taxa Fîskayeyê ve birin.
Di merasîma cenaze de girse duruşmên weke “HPG bersivbide”, “şer şer şer em aştiyê naxazin” û “Şehîd namirin” bilind dikin. Her kes ji malên xwe derdikevin û ber bi meşê ve dikevin rê.
Meş hîna berdewame.//
(zt)
