Walî hewil dide qirkirina hatî jiyîn rewa bide nîşandan
02:38
Hezîran
8
/ 2014
JINHA
AMED - Walîtiya Amedê, der barê qetilkirina 2 welatiyên li Licê daxuyanî da û îdia kir ku qetilkirin 'di encama bi çek êrîşî hêzên ewlehiyê kirine de' derketiye û hewl dide qetilkirinê rewa bide nîşandin.
Li navçeya Licê ya Amedê leşkeran gel dan ber guleyan û di encamê de 2 welatî hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûn. Walîtiya Amedê derbarê bûyerê li ser malpera xwe daxuyanî da û di daxuyaniyê de hewl dide ku înfazê rewa bide nîşandin. Walîtiyê îdia kir ku qetilkirin 'di encama bi çek êrîşî hêzên ewlehiyê kirine de' derketiye.
(zt)
